Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 7 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn bi daxuyaniyekê eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:
Dewleta TC a dagirker, ji 14 heta 26’ê Adarê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê operasyoneke dagirkirinê bi rê ve bir. Li dijî vê operasyonê ku ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê hate kirin, hêzên me yên gerîla bi lehengî li ber xwe dan û nîşan dan ku gelê Kurd bêxwedî nîne. Ji ber operasyonê şerekî dijwar qewimî û hêzên me yên gerîla jî çalakî kirin. Di vê berxwedanê de ku bi pêşengiya yek ji fermandarên Eyaleta Xakurkê hevalê Agirî hate kirin, derbên giran li dijmin hatin xistin. Li herêmê ku hê şer û çalakiyên gerîla dewam dikin, dijmin teknîka giran bi kar anî û êrîşên hewayî kir. Ji ber vî şerî hin hevalên me şehîd bûn. Hevalê me Cûdî (Mûhammed Salih Çîçek) bi birîndarî dîl kete destê hêzên dijmin. Şexsekî bi navê Egîd (Hasan Unat) jî teslîmî hêzên dijmin bû.
Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne:
Nasnav: Agirî Mazlûm Pîrdogan Nav paşnav: Bîrdal Bûrhanli Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Sitiya-Mehmet Dem û cihê şehadetê: 21’ê Adara 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Argeş Tekoşer Nav paşnav: Îbrahîm Gelîcî Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Sabûha-Mecît Dem û cihê şehadetê: 15’ê Adara 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Ciwan Kiçî Nav paşnav: Mehdî Dalmiş Cihê jidayikbûnê: Şirnex Dayik-Bav: Feleknas-Halîl Dem û cihê şehadetê: 15’ê Adara 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Întîkam Zagros Nav paşnav: Yildirim Koca Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Guleken-Mehmet Garîp Dem û cihê şehadetê: 15’ê Adara 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Rustem Şemzînan Nav paşnav: Cengîz Dundar Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Sitî-Ahmet Dem û cihê şehadetê: 15’ê Adara 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Tekoşer Mardîn Nav paşnav: Mehmet Reşît Savûcû Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Dayik-Bav: Şadiye-Bedran Dem û cihê şehadetê: 15’ê Adara 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Xwînrej Gever Nav paşnav: Vedat Çetîn Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Pinar-Kenan Dem û cihê şehadetê: 15’ê Adara 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |