Rêxistina Ciwanên çep a Swêdê ji bo pişgireya berxwedana serdemê ya Efrînê û şervanên YPG YPJ dest bi kampanya alîkariyê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Cwanan daxuyaniyek nivîskî weşand û êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser kurdan şermezar kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku DYA destpêkê desteka aborî û leşkerî da hêzên YPG/YPJ’ê yên li dijî çeteyên DAÎŞ’ê şer dikin, lê belê piştî ku Tirkiyeyê dest bi êrîşê kir, Kurd bi tenê hişt. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Me dît ku ji wê demê ve Tirkiye êrîş û dagirkeriya xwe ya li Efrînê didomîne, bombeyan li sivîlan dibarîne û gel ji cih û warê wan derdixîne.”
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku bi sedan salan zext, zordarî li Kurdan têne kirin û hate gotin, “Em dibînin ku li Efrînê li dijî Kurdan paqijiya etnîkî û qirkirin tê kirin. Em destekê didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dikin. Çep a Ciwan, bêdengî û lawaziya siyasetmedarên Swêdî şermezar dike. Em ji hikumeta Swêdê dixwazin ku li dijî dagirkirina Efrînê helwesteke zelal nîşan bide û li ber dagirkeriyê rabe.”
Çep a Ciwan got, di demekê de ku hêzên mezin xiyanetê li piştevaniya navneteweyî dikin, gelekî girîng dibîne ku piştevaniya navbera gelan bê xurtkirin û bang li rêxistinên xwe kir ku ji bo YPG û YPJ’ê dest bi kampanyayên alîkariya madî bikin. Her wiha bang li gelê Swêdê jî kir ku tevlÎ kampanya alîkariyê bibe.
Medya Swêdê jî cih da kampanya Çep a Ciwan a ji bo YPG û YPJ’ê.