Hêzên Îsraîlê ku dest bi hemleyekê girtinê kirine li deverên cuda yên Al Difa Alxerbiyê îro di saetên sibehê de 30 ciwanên Filistînî bin çav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî daxuyaniya ku artêşa Îsraîl belav kir ku ciwanan êrîşî çihên leşkerî yê Îsraîlê kiribûn ji ber vê yekê hatin bin çav kirin.
Li gorî ku malpera Alqds Pres ragihad ku hêzên Îsraîlê êrîşî bajarên Ram Elah, Cenîn, Beyt Lehim, Nablus û Alxelîl kirin û di encamê de 30 ciwan bin çav kirin.
Li gorî heman malperê ku dema hêzên Îsraîl êrîşî kampa Aldihêşa ya li bajarê Beyt Lehim ya koçberên Filstînî kirin pevçun di navbera wan û ciwanan de derket û di encamê de hijmareke ciwan birîndar bun.