Konferansa ji nû ve sazkirin a Ciwanên Kurd a yekemîn bi tevlîbûna 250 delegeyan hatibû lidarxistin. Piştî konferansê Ciwanên Kurd bi daxuyaniyekê encamnameya konferansê parvekir.
PARÎS- Ciwanên Kurd û enternasyonal berî 2 rojan bi şiara “Bi Berxwedana Serdemê Serî Hilde, Bi felsefeya Rêbertî Xwe Rêxistin Bike” 1. Konferansa Ciwanên Kurd ên Ewrûpayê lidarxist. Piştî konferansê rêveberiya konferansê encamnameya konferansê parvekir.
Encamnameya konferansa Ciwanên Kurd ên Ewrûpayê wiha ye;
“Ji bo Rayagiştî û Çapemeniyê
Me bi şiara “Bi Berxwedana Serdemê Serî Hilde, Bi felsefeya Rêbertî Xwe Rêxistin Bike” 1. Konferansa Ciwanên Kurd ên Ewrûpayê bi tevlîbûna 250 delegeyan pêk anî.
Ev konferansa me di demekî dîrokî a ku her 4 perçe Kurdistanê û derveyî welat bi asta ku berxwedana derketiye herî jor hate lidarxistin. Di nava 2 rojan de rojevên rêxistinî, têr û tijî hatin nîqaşkirin. Esasî rojevame Azadiya Serokatî û li hemberî dagirkeriya li ser Kurdistanê berxwedan bû.
Di heman demê de Berxwedana Serdemê ya li Efrînê jî hat nirxandin û kêmasiyên me yên ku derketin holê hatin rexnekirin.
Di konferansa me de bîryarbûna ku xwe xurttir rêxistinkirin û bersivbûna dîrokê hate eşkerekirin.
Hat diyarkirin ev dema ku em têdene tekoşîna jirêzê qebûl nake. Encex bi berxedanekê asta ku Şehîd Mazlum, Şehîd Kemal, Şehîd Navdar û Xeyrîyan heya Şehîd Avesta û Barinan ji me re hiştine dikare bê qebûl kirin.
Em wek rêveberiya nû û pêkhateya konferansê gihiştin vê encamê ku encex rêxistineke nû dikare pisrgirekên Ciwanan çarêser bike.
Li ser vî esasî;
1) Tevgera Ciwanan xwe li ser esasê pêşengên civakên rêxistin dike.
2) Pêkhateya Konferansê Azadiya Serokatî ya fîzîkî ji xwe re dike armanc û li ser vî esasî tevdigere.
3) Her cûreyên dagirkeriya li ser Kurdistanê qebûl nake û li hemberî vê têdikoşe.
4) Li hemberi her cûre faşîzmê ber xwe dide.
5) Li hemberî zayend-perestî têkoşîn dike.
6) Li hemberi her cûreyên şerên teybet ên li ser ciwanan û civakê berxwe dide – tekoşîn dike.
7) Li hemberî polîtikayên qirêj li ser deskeftinen Kurdan ber xwe dide.
8) Li hemberî pergala moderniteya kapîtalîst, Moderniteya Demokratîk a Rêber Apo ji xwe re esas digre.
9) Li ser esasê paradigmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jin xwaz ji xwe re esas digre.
10) Li hember her cûre îxanetê tekoşîn dike.
11) Li hemberî hişmendiya paşverû-baviksalarî li ser esasê birdoziya azadiya jinê berxwe dide-tekoşîn dike.
12) Li hemberî pişaftina li ser çand, ziman û nasnameya Kurd tekoşîn dike.
13) Li hemberî hişmendiya ne esasgirtina rêxistinbûna xweser a Ciwanan tekoşîn dike.
14) Tergerà Ciwanan xwe li ser esasê şoreşa enternasyonal rêxistin dike.
Bi van bîryara ve em gihiştin encamê.
Bijî Serok APO
Jin Jiyan Azadî
Bê Serok Jiyan Nabe
Serî Hilde”