Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên li navçeya Qabilcewz a Êlihê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
“16’ê Nîsanê saet 14:45’an hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li newala Deştanê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 3 leşker hatin kuştin.
22’ê Adarê artêşa TC a dagirker li herêma Qabilcewz a Êlihê dest bi operasyoneke berfireh kiribû. Di daxuyaniya 16’ê Nîsanê de me ragihandibû ku 3 hevalên me di vê operasyonê de şehîd bûn.”
Li gorî daxuyaniyê, nasnameya gerîlayên şehîd bûne wiha ye:
Nasnav: Agît Baran Nav paşnav: Arman Ehmedî Cihê jidayikbûnê: Riwanse- Kirmanşah Dayik-Bav: Şevket-Alî Dem û cihê şehadetê: 22’ê Adara 2018’an / Êlih |
Nasnav: Cûdî Dêrik Nav paşnav: Kahraman Ahmet Dervîş Cihê jidayikbûnê: Dêrik Dayik-Bav: Rûkiye-Ahmet Dem û cihê şehadetê: 23’ê Adara 2018 / Êlih |
Nasnav: Serdar Zana Nav paşnav: Aydin Bîlîr Cihê jidayikbûnê: Êlih Dayik-Bav: Halîse-Beşîr Dem û cihê şehadetê: 23’ê Adara 2018 / Êlih |