Parlamenterekî Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku bi girtina deriyên kolberiyê re herî kêm 75 hezar kolberên Rojhilatê Kurdistanê bê kar mane.
NAVENDA NÛÇEYAN – Parlamenterê kurd û nûnerê bajarên Serdeşt û Pîranşarê li parlamentoya Îranê Resûl Xizrî îro di civîna parlamentoyê de behsa girtina sînorên kolberiyê kir û got, zêdetirî 10 mehan e hikûmetê deriyên sînor yên koberiyê girtiye ji ber wê jî 75 hezar kolber bê kar mane.
Her wiha got, girtina deriyên kolberiyê tenê kolber bê kar nehîştiye belkî bandor li ser jiyana 7 milyon kesên jî kiriye. Hikûmetê soz dabû bo, welatiyên ku li deverên sînor dijîn bê kar mane.
Xizrî anî ziman ku madem hikûmet nikare kar bide kolberan bila sînor jî negire da ku ew xelkê belengaz bikarin debara jiyana xwe bikin û got, kolber belengaz in nikarin ji deriyên fermî re biçin û bên ji ber ku gumrika wan deriyan gelek û kolber nikarin bidin. Ji ber wê jî divê deriyên kolberiyê bên vekirin.
Hêjaye gotinê ku ev 4 rojin li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî girtina deriyên kolberê, dikandar û kolberan dest bi girevê kirine û dikan û bazaran venakin.