Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezai Temelli di derbarê biryara hilbijartinên pêşwext de got, “ ev ne hilbijartina pêşwext e, hilbijartina panîkê ye.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Giştî ye Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Temelli li ser biryara hilbijartina pêşwext li Tirkiyê li ser hesabê xwe yê medya civakî got, “hilbijartina 24ê Hezîranê ne hilbijartineke pêşwext e, hilbijartina panîkê ye; desthilat di nava ecziyetê de ye.”
Temelli duh di derbarê vê mijarê de jî wiha axivî bû: “Tirkiye êdî ketiye prosesa hilbijartinê. Ji hilbijartina pêşwext hêvîdar in lê ev hilbijartin dê bibe dawiya desthilata wan.”