Li Efrîn gundê Gemrokê yê navçeya Şerayê jina bi navê Cîhan Reşîd Muhammed hat revandin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî ku dewleta Tirk ya dagirker û komên çete yên girêdayî wê navenda Efrînê dagir kirine her roj buyerên derbarê talan, revandin, êrîşa zayendî û talana li dijî can û malê gel zêde dibin .
Li gorî agahiyên ji herêmê li gundê Gemrokê yê girêdayî Şerayê jina bi navê Cîhan Reşîd Muhammed hat revandin.
Li gor agahiyên ku ji herêmê tên Cîhan Reşîd ji aliyê komên çete yên girêday dewleta Tirk hatiye revandin lê nehat hînbûn ku jina hatiye revandin bi ku de birine.
Hêjaye bi bîrxistinê ku Do li gundê Korka yê navçeya Mabata ya Efrînê cenazeyê jinekê ku bi îşkenceyê hatibû qetilkirin hat dîtin.