Partiyên Rojhilatê Kurdistanê piştevaniya xwe bo nerazîbûna dikandar û kolberên Rojhilatî li dijî girtina sînor nîşan dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ev çend roj in li gelek bajar û deverên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê, dikandar û kolber li dijî girtina deriyên kolberiyê ji aliyê hikûmeta Îranê ve, dest ji kar berdane û ketine girevê. Dikan û bazar girtî ne û nerazîbûn didomin.
5 partiyên Rojhilatê Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de, piştevaniya xwe bo wê çalakiya dikandar û kolberên Rojhilatî nîşan dan û ragihandin, nerazîbûna xelkê li dijî siyaseta xelet ya rêjîma îslamî ya Îranê mafekî mirovî û rewa ye ji ber wê jî ew bi hemû quweta xwe piştevaniya wê dikin.
Partiyên Rojhilatî bang li bajar û deverên din yên Rojhilatê Kurdistanê jî kirine tevlî çalakiyê bibin û piştevaniya kolber û welatiyên belengaz bikin.
Partiyên ku piştgiriya kolber û dikandaran kirine, ev in:
Partiya Komele ya Zehmetkêşên Kurdistanê
Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Partiya Komele li Kurdistana Îranê
Partiya Demokrat ya Kurdistanê
Sazimana Xebat ya Kurdistana Îranê.