Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM ji bo şermezar kirin tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li Girkê Legê meşek organîze kir.
GIRKÊ LEGÊ – Bi sedan şêniyên navçeyên Girê Legê, Çilaxa û Til Koçer û gundên derdora wê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê li qada şehîd Xebat ya bajarê Girkê Legê kom bûn.
Meşa ku ji qada şehîd Xebat dest pê kir têde pankartên “Bi rihê Berxwedana Efrînê em ê bi Rêberê xwe re azad bijîn û azadiya Rêber Ocalan azadiya hemû gelan e” her wiha wêneyên Rêber Ocalan hatin hildan.
Meş bi sloganên “Na ji tecrîda li ser Rêber APO û na ji dagirkirina Efrînê re ” li kolanê bajêr geriya.
Meş li navenda bajêr veguherî mitîng. di mitîngê de piştî deqek rêz girtin axaftin hatin gotin. Hevserokê Desteya Karûbarên Hundir ê kantona Cizîrê Kenan Berekat li ser navê Rêveberiya Sivîl a Demokrtîk axivî û got ku tecrîda li ser Rêber APO bê rêziyek ji hemû dewletên nav netewî ye û zeyftiyek ji dewleta Tirk ya dagirker.
Kenan axaftin xwe wiha dewam kir: Berxwedaniya serdemê ya Efrînê ne tenê ji bo bakurê sûryê bu, ev berxwedanî ji bo hemu cîhanê hat kirin. Berxewdana me di qonaxa xwe ya duyemîn de hîn berdewame.
Kenan axaftin xwe wiha bi dawî kir: Emê hesab ji hemû alî girên dewelta Tirk bixwazin.
Mitîng bi dirûşmeyên bijî Berxwedana Serdemê û bijî Rêber APO bi dawî bû.