Endamê bajêrvaniya Goran yê li Hewlêrê Hêmin şêxanî di derbarê rewşa siyasî ya Herêma Kurdistanê de axivî “Civaka navdewletî gihêşt wê baweriyê ku PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin.”
NAVENDA NÛÇEYAN – Duh li Hewlêrê 15 partiyên siyasî yên Herêma Kurdistanê di derbarê birêvebirina pêvajoya hilbijartinê de peymaneke îmze kirin.
Di vê peymanê de li gel Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekitiya Niştimanê Kurdistan yekem car Partiya Goran jî cih girt.
Li ser naveroka vê peymanê endamê bajêrvaniya Goran yê li Hewlêrê Hêmin Mihemed Şêxanî axivî.
Şêxanî ev axaftin got “ev peyman ji 24 xalan pêk tê, partiyên ku beşdarê peymanê bûne wezifeya wan ewe ku bi taybetî pêk bînin ku hilbijartineke di çarçoveya azadî û demokrasiyê de bê kirin.”
Mihemed Şêxanî di derbarê rola Neteweyên Yekbûyî ya di vê peymanê de jî van îfadeyan bi kar anî: NY wek çavdêriyê wezîfe digire lê qenciya wê ya herî mezin ew bû ku partiyên siyasî anî ba hev û di navbera wan de peymanekê da çêkirin.
Di vê pêvajoyê de divê hemû tevger li gorî vê peymanê bên meşandin. Bi niyeta kontrolkirinê wê du hefteyan carek civîn bê lidarxistin.
Şêxanî mebesta beşdarbûna Goran ya beşdarbûna vê peymanê wiha nirxand “di hilbijartinên derbasbûyî de PDK û YNK gelek zêdegavî û sextekariyê kirin û bi van sextekariyan encama hilbijartinan guherandin. Goran beşdar bû da ku rê li van zêdegavî û sextekariyan bê girtin.
Mihemed Şêxanî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku hatina Neteweyên Yekbûyî gelek gelek baş bû, lewra girîngiyekê NYyê heye, bi taybetî jî Civaka Navdewletyî dîtin ku PDK û YNK nikarin Herêma Kurdistanê bi rê ve bibin.