Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu ragihand ku AKPê Rewşa Awarte ne ji bo Tirkiyeyê ji bo xwe dirêj kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu di hisabê xwe yê medya civakî yê Twitterê de AKP rexne kir û got: “Rewşa Awarte ev cara 7emîn e kut ê dirêjkirin. AKPê Rewşa Awarte ne ji bo Tirkiyeyê ji bo xwe dirêj kir.”
Temel Karamollaoglu di berdewamiya peyama xwe de got: “Îqtîdar ji aliyekî ve di nava tirs û endişeyan de hilbijartina pêşwext li dar dixe û ji aliyê din ve jî Rewşa Awarte cara 7emîn dirêj dike. Tirkiye ji 20ê Tîrmeha 2016an ve bi Rewşa Awarte tê birêvebirin.