Hêzên Sûrya Demokratîk QSD foca xwe ya 4 mîn li bajarê Tebqayê vekir û dewreya yekem di foc de da dest pê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Jiber tevlîbuna zêde ya ciwanan nav refên QSD ji bo foca 4 mîn dewreya bi navê şehîd Birusk yê ku li pêngava Xezeba Firatê şehîd bibû bi tevlîbuna 150 ciwanî îro destpêkir.
Di dewreyê de wê ciwan dersên askerî, siyasî, idyolojîk û terz û exlaqên ku hêzên QSD li ser dimeşe.
Dewreya ku li bajarokê Alcirniyê yê girêdaî bajarê Tebqa bi merasîmek destpêkir.
Di destpêka merasîman de ciwanan suza xwe ya parastin gel û xaka Sûryê da. piştre li ser navê QSD Heqî Alî axivî.
Alî di axaftin xwe de wiha got: Em vekirin foca 4 mîn her wiha dewreya şehîd Birosk li hemû ciwan û şervana pîroz dikin.
Alî axaftin xwe dewam kir û got ku ev dewre bi ciwanên xwe wê bibin kelêm û di qirka dijmin de bimînin. ji ber wê em soz didin hevalên xwe yê şehîd ku emê li ser riya wan tekoşîna xwe berdewam bikin.