Greva giştî ya esnaf û kasibkarên bajarên Rojhilatê Kurdistanê di roja xwe ya 7mîn de berdewam dike û gel nerazîbûna xwe li hember hikometa Îranê ji ber girtina deryê sînor dide nîşandan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ev 7 rojin li bajarên Ciwanro, Merîwan, Bane, Seqiz, Serdeşt, Bako, Pîranşar û Mihabadê li hember hikometa Îranê ku deriyê sînor girtiye grev destpêkiriye û ji bû ku esnaf û kesibkarên van bajaran nerazîbûna xwe bidin nîşandan dikan û bazarên xwe girtine û li kolanan sifreyên vala raxistin û her diçe ev grev li bajarên din belav dibe.
Di roja 4 mîn ji grevê nûnerê Elî Xamneyî li encûmena asayişa netewî Seîd Celalî şande bajarê Bane lê ciwanê bi navê Yadgar Sadiqî ku yek ji wan kasibkarne dema Seîd Celalî taxivî, axiftina wî qut kir û got; “Li ser sînor zarok tên kuştin. Bi girtina sînoran nanê xelkê tê birîn. Em êdî natirsin. Ger pêwîst bike ji bo malbata xwe ezê hemû tişt bikim.”
Piştî vê bûyerê bi rojekê ciwanê bi navê Yadgar Sadiqî hate revandin û heta niha jî rewşa wî ne diyare.
Îro jî piştî 7 rojan û jiber ku her diçe grev li bajarên din belav dibe encûmena bilind a asayîşa netewî ya Îranê derbarê rewşa Rojhilatê Kurdistanê û greva bajarên sînor de dicive.
Li gor zanyariyên berdest saziyên hikûmeta Îranê hewl didin ku dawiyê li grevê bînin. Lê her nerazîbûn berdewam in û diyare ev yek bûye pirseke cidî ji bo hikûmeta Îranê û ji ber wê jî encûmena asayîşa Îranê li ser vê yekê dê bicive.