Bi sedan Ciwan û welatiyên Başûrê Kurdistanê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, bi karwanekî erebeyan berê xwe dan herêma Sîdekan.
HEWLÊR – Di karwanê erebeyan de alên PKK, Herêma Kurdistanê, RJAK Tevgera Azadî û Gencanî Welatparêz hatin vekirin û dirûşmeyên “Bijî Kurdistan”, “Bijî berxwedana Sidekan”, “Dagirker biçe derve”, “Bijî gerîlla” hati berzkirin.
Asayîşa PDK’ê destûr neda:
Piştî ku girse li Balayan kom bû, ji vir jî berê xwe dan herêma Sidekan.
Lê dema ku girse gihîşt asayîşa PDK’ê ya bajaroka Qesrê, hatin rawestandin. Asayîşê li vir nehişt ku girse derbas be.
Rawestîna girseyê ya li noqteya asayîşê û hevdîtinên bi rayedaran re didomin.