Dewleta Tirk ya dagirker tecrîdeke pir giran li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan dide meşandin. Bi vê diyaseta xwe ya qirêj dixaze gelê kurd têk bibe.
QAMIŞLO – Derbarê vê yekê ajansa me Nûçe Ciwan nerînên ciwanên herêma Cizîrê girtiye.
Jina ciwan a bi navê Zozan Huseîn wiha dibêje: Em wek jinên ciwan vê tecrîda li ser Rêber APO şermezar dikin û bang li hemû saziyên mafê mirovan dikin ku li hember vê bê deng nemînin.
Her wiha jina ciwan Emîna Ahmed bidêje ku ew li hember vê tecrîdê bê deng namînin û çi ji wan bê xwestin wê bikin him di milê eskerî him jî siyasî.
Ahmed axaftina xwe wiha berdewam dike: Em li dû serokê xwe ne û heta dawî li ser riya serokatî û şehîdan emê tekoşîn bikin. wek ku serokatî digot “Me bi ciwantî dest pê kir Emê bi ciwantî bi ser bikevin”.
Emîna Ahmed di dawiya axaftin xwe de wiha dibêje: Em berxwedaniya Efrîn silav dikin û dibêjin ku çawa em li Kobanê biserketin emê li Efrîn jî bi ser kevin û dibêjin ku fikre serokatî wê li her deverê belav bibe, ew fikrê ku jin azad kiriye.
Ciwanê bi navê Delîl Abas wiha dibêje: Tecrîda li ser serokatî nayê qebûl kirin. Dewleta Tirk ya dagirker ku dixwaze ji hemû dinyayê re bi rengekî demokas bide nîşandan îro roj tecrîdê li ser Rêberê gelekî dide meşandin ku her kes felsefa wî jixwere esas digre.
Di dawiya axaftin xwe de Abas bang li ciwanan kir ku xwedî li serokatî û şehîdan derkavin.