Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê bi dirûşmeya “Ciwan xwe bi meclîsan rêxistin dikin û li dijî faşîzmê serî hil didin” konferansa xwe li Navçeya Bagcilarê pêk anî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Axaftina Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî, di konferansa Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê de ku îro pêk hat: “Ciwanên Tirkiyeyê bi bêkariyê re rû bi rûne. Nifûsa Tirkiyeyê ji sedî 17 ji ciwanan pêk tê, lê ligel vê yekê jî ji sedî 1,5 budçe ji bo ciwanan tê veqetandin. Ji ber vê yekê em bi krîzeke topyekun û pirsgirêkan re rû bi rû ne. Ciwanên mezun ên zanîngehan li Tirkiyeyê ji sedî 30 zêde bûye. Divê mijarê de, li tevahiya cîhanê em yekemînin. Li Tirkiyeyê ji sedî 22 ciwan bêkarin û jinên ciwan jî ji sedî 24 bêkarin.
Li Tirkiyeyê bê edaletiyek mezin li dijî ciwanan heye. Her ku diçe pirsgirêkên ciwanan mezintir dibin. Gava em li ciwanên zanîngehê dixwînin mêze dikin, êrîş û zextên mezin li ser wan hene. Hemû derfetên zanîngehê ji ciwanan girtine.”
Temellî, anî ziman ku pirsgirêka ciwanan tenê bi yên zanîngehê re naqede wiha bilêv kir: “Gelek ciwanên kar dikin tu fermiyeta wan tuneye. Ciwan weke depoya kedê ya erzan tên dîtin. Bi taybetî ciwanên koçber ên Sûtiyeyê rastî kedxwariyek mezin tên. AKP li şûna li dijî tiryarkê têbikoşe, tiryak kiriye amûrê polîtîkayê. Em baş dizanin ku polîtîkayên dewletê ciwanan ber bi çirava tiryakê ve dibe. Ger polîtîkayên dewletê tunebûya, Tirkiyey bi awayekê cîdî li dijî tiryakê têbikoşiya, îro hejmar ciwan ên beşdarî karê tiryakê bûyîn evqas zêde nedibûya.”
Temellî, bal kişand ser girîngiya ciwan beşdarî siyasetê bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê ciwan beşdarî siyasetê bibin û siyasetê biaxivin. Berî her tiştî divê em îro pergalê baş analiz bikin. Ger emê dest bi têkoşînê bikin, divê destpêkê li dijî kapitalîzmê em dest bi têkoşînê bikin. Netew-dewlet û kapîtalîzma Tirkiyeyê îro hewl didin ciwanan ji siyasetê dûr bixin û cûda bikin. Ev mekanîzma kiriye dewrê. Ciwan û jin divê vê rastiyê baş bibînin û têkoşîna xwe mezintir bikin. Niha jî tam demê vê yekê. 24’ê Hezîranê ji bo vê fesendeke mezine.”