Gerîlayên HPG’ê li dijî artêşa Tirk a dagirker ku dixazin xaka Başûrê Kurdistanê dagir bikin çalakiyek sûîkastê pêk anî.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî çavkaniyên herêmî îro li gundê Bermîzê ku niha dibin dagirkeriya artêşa Tirk de ye gerîlayan çalakiya sûîkastê pêk hatiye.
Li gorî agahiyên destpêkê leşkereke artêşa Tirk hatiye kuştin.
Hêjayî bi bîr xistinê ye ku îro li devera Lêlkanê leşkerên ku ketibûn liv û tevgerê pê li mayînê kiribûn û di encamê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin. Cenazeyê wan jî çeteyên Gerdî radestê artêşê kiribûn.
Di der barê çalakiyên îro de HPG hê ti daxuyanî ne daye.