Li bajarê Ormiyê yê Rojhilatê Kurdistanê 5 ciwanên kurd ku di girtîgehê de bûn hatin îdamkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Îro danê sibê li girtîgeha bajarê Ormiyê, 5 ciwanên kurd ku bi tohmeta kuştina bi enqest bi îdamê hatibûn mehkûmkirin, li ser destê Hikometa Îranê hatin îdamkirin.
Tenê nasnameya 2 ciwanan hatiye ragihandin. ciwanê bi navê Teyîb şêx Nejad Mukrî (28 salî) ji bajarê Şino bû û Qadir Mihemed Hesen ji bajarê Ormiyê bû.