Dewleta Tirk ya dagirker bi hemû awyî êrîşên xwe li ser gelê Kurd dide meşandin û bi taybet li ser ciwanên Kurd. Ciwanê Kurd yê bi navê Mezlûm Ozlu ku leşkertiya ji neçarî ya dewleta tirk dikir jiyana xwe ji dest da.
NAVENDA NÛÇEYAN – Mazlûm Ozlu yê 24 salî yê ji Colemêrgê ku li Mersînê dima, Dewleta Tirk îdîa kir ku li navçeya Erdîş a Wanê di dema leşkeriyê de xwe kuştiye. Malbata Ozlu ku bi welatparêziya xwe tê naskirin dibêje, ew bawer nakin ku kurê wan xwe kuştiye, lê hatiye kuştin.
Malbatê diyar kir ku xizmekî wan li Efrînê şehîd bû û kurê wan jî dema li ser vê yekê nîqaş dikir hatiye kuştin.
Malbata Ozlu nehişt ku ala Tirkan bi konê sersaxiyê ve bê daliqandin û destûr neda hatine protokola dewletê.