Li herêma Besta ya bajarê Şirnexê di nava leşkerên ku li herêmê operasyon dabûn destpêkirin de teqîn pêk hat. Di encama teqînê de leşkerekî Tirk mir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Artêşa Tirk li herêmên çiyayên Besta û Kato yên Şirnexê, bi beşdariya cerdevanan 3 roj berê operasyon dan destpêkirin.
Operasyon bi beşdariya gelek leşker û cerdevanan hat destpêkirin , li herêma Besta teqîn pêk hat.
Li gorî medya Tirî leşkerek di teqînê de miriye.