Xewndekarê Kurd yê Zanîngeha Uludagê yê bi navê M.C’ê rastî êrîşa Nîjatperestên Tirk hat.
NAVENDA NÛÇEYAN – M.C xwendekarê Fakulteya Zanistiyên Sporê yê Zanîngeha Uludagê ya Bûrsayê (BESYO) pola 4’an duh saet di 20.30’an de li mala xwe ya Gorukle rastî êrîşa komek nijadperest hat. Di encama êrîşê de çenga wî şikest.
Piştî êrîşê M.C rakirin nexweşxaneya tîpê ya Zanîngeha Uludagê.
Li gorî ku hevalê M.C yê ku ji ber ewlehiyê ne xwest navê xwe bide diyarkirin diyar kir ku M.C rastî êdîşa 15 kesan hatiye û M.C. ji navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ye. Şahid, da zanîn ku tevî ku kesên derdorê dît M.C. rastî êrîşa 15 kesan hatiye jî mudaxale nekirine. şahid, anî ziman ku êrîşên li zanîngeha Uludagê êdî ketiye halê rûtîn.
Hat diyar kirin ku Dekanê BESYO Prof. Dr. Cenk Aydin jî tevî vê rastiyê bêdeng maye û dixwaze ser bûyerê veşêre. Di 16’ê Adarê de 2 xwendekarên kurd dîsa rastî êrîşa komek nijadperest hatibû.