Komalên gencanî welatparez îro seet 17 an de bi daxûyaniyekî tevlêbûna xwe ji konferansa ciwanên Rojhilatanavin re ragihand.
Silêmaniyê – Li ser navê gencanî welatparêz berdevkê meclisa gişti Qana Xelîl daxuyanî da.
Xelîl da zanîn ku wek rêxistin ew bi bangawazî û vexwendina xwe ya komîteya amadekar kêfxweşbûne û got ”em bi navê komele gencanî welatparêz ên kurdistan komiteya amedekar ya konferansa ciwanên Rojhilata navin slav dikin û tevlîbûna xwe ya konferansê radigihînin.
Xelil got ”pirsgrêkên giştî ciwanên cîhanê girêdayî zîhnîyetê desthilatdar û baviksalarî ye” û axaftina xwe wiha berdewam kir ” Rojhilata navîn bi bihara gelan ve zemineke şoreşê di hundirê xwe de dihewine, divê em jî wek ciwan pêşengtiya vê şoreşê bikin. Ji bo em weke ciwan pêşengtî bikin di seri de dive pirsgirêkên ciwanan werin guftûgo kirin û riyên çareseriyê bên diyar kirin.
Di berdewamiya axaftina xwe de Xelil diyar kir kû ” Divê em wekî ciwan pirsgrêkên xwe bi riyên demokratîk çareser bikin û ne kevin xefikên desthilatdaran ” û got ” Em bawer dikin ku ev konferans zemîneke xurt a tekoşîna hevbeş biafirîne û em ji weke gencanî welatparêz ji hemû erk û berpirsiyarîyên dikevin ser milên me re amade ne.
Di dawî ya axaftina xwe de Xelîl got ”Bangawazî ya me ji bo hemû ciwanên 4 aliyên kurdistanê û Rojhilata navîn en demokratik û şoreşger bên tevlî ve konferansê bibin.