Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 5 şervanên YPG û YPJ`ê ku li cih û demên cuda di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûbûn, eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:
ʺBerxwedana Serdemê ya Efrînê bi pêşengtiya hêzên me YPG û YPJ li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi mehan dom kir û di roja me ya îro de jî bi çalakiyên cûr be cûr li dijî leşker û çeteyên dagirker tên lidarxistin. Çawa ku ji roja yekê li hember dagirkeriyê berxwedaniyeke bêhempa hat nîşan dan, çalakiyên hêzên me yê qonaxa duyemîn jî berdewamiya vê berxwedanê ye. Şervanên me li hember her cûre teknîka pêşketî bi yek ruhî û vîneke xurt têkoşiyane da ku ax û gelê xwe biparêzin. Tekoşîna li hember dagirkeriyê de bi dehan rêhevalên me bi lehengî şer kirine û gihîştine asta şehadetê.
Em îro nasnameyên 5 şervanên xwe ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de şehîd bûne, ji gelê xwe re radigihînin. Her 5 şervanên me di eniyên pêş yên şer de cihê xwe girtin, piştî şerê giran di navbera hêzên me û dagirkeran de şehîd bûne.
‘BÛN ŞAHIDÊ BERXWEDANA ŞOREŞÊ’
Rêhevalên me Avaşîn Adil, Enwer Cindirêsê, Sîpan Agirî, Viyan Sema û Zekiye Kobanê bi çanda welatparêzîyê mezin bûne bi şoreşa Rojava re bûne şahidên gelek berxwedanên vê şoreşê. Bi tevlîbûna nav refên YPG û YPJ’ê yê ve di berxwedana Serdemê ya Efrînê de berpirsiyartiyeke mezin girtin ser milên xwe û heta şehîd bikevin jî bi lehengî têkoşiyan e.
Em weke YPG û YPJ di şexsê şehîdên Berxwedana Serdemê ya Efrînê de tevahî şehîdên me yên qehreman bi rêzdarî bibîr tînin. Me soza ku daye şehîdan û gelê xwe di şexsê 5 şervanên me yên şehîd de careke din nû dikin. Em serî de ji malbatên me yên şehîdan û gelê me re sersaxiyê dixwazin.”
AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN
Nasnameyên şervanên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Avaşîn Adil
Nav û Paşnav: Îlham Elî
Navê Dayikê: Yazê
Navê Bav: Ebdulrehman
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê / Gundê Mişko
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Mabeta / Gundê Hebo / 20 Sibat 2018
***
Nasnav: Enwer Cindirêsê
Nav û Paşnav: Mihemed Omar
Navê Dayikê: Emîne
Navê Bav: Enwer
Cihê Jidayikbûnê: Efrîn / Cindirêsê
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Şiyê / Gundê Mêserkê / 14 Adar 2018
***
Nasnav: Sîpan Agirî
Nav û Paşnav: Osman Osman
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Mustafa
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Bilbilê / Gundê Uga / 20 Sibat 2018
***
Nasnav: Viyan Sema
Nav û Paşnav: Zelîxa Mihemed
Navê Dayikê: Melîha
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / Gundê Dêwa / 12 Sibat 2018
***
Nasnav: Zekiye Kobanê
Nav û Paşnav: Dîlber Mislum
Navê Dayikê: Fadîle
Navê Bav: Mihemed
Cihê Jidayikbûnê: Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: Efrîn / Cindirêsê / 7-8 Adar 2018