Ciwanên Kerkûkê û navçeya Çemçemal ya Silêmaniyê piştgirî dan lidarxistina Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ku di 18’ê Gulanê de pêk were û gotin ku wê beşdarî konferansî bibin.
Ciwanên navçeya Çemçemal a Silêmaniyê bi daxuyaniyekê piştgirî dan lidarxistina Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn.
Daxuyanî ji aliyê ciwanê bi navê Karzan Qadir ve hate dayîn. Qadir piştî da Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û diyar kir ku amadene beşdar bibin.
Karzan Qadir wiha got; “Di nava ciwanan de bê îradebûn belav bûye. Ciwan bi rojene jiyana xwe derbas dikin. Girînge ku hemû rêxistinên ciwanan beşdarî konferansê bikin. Bi armanca çareserkirina pirsgirêkên ciwanan.”
Herwiha hejmarek ciwanên Kerkûkê li Parka Kelha Kerkûkê bi daxuyaniyekê piştî dan lidarxistina Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn û gotin; “Welatên cîhanê timî Rojhilata Navîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne. Lewma konferansekî bi vî rengî ji bo hişyarkirina ciwanên Rojhilata Navîn girînge.”