Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 6 gerîlayên ku li Osmaniyeyê di dema operasyonê de ji ber bomberdûmana giran a balafirên şer şehîd bûn eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:
“Artêşa TC a dagirker roja 31’ê Adarê li bejahiya Osmaniyeyê dest bi operasyoneke berfireh kir. Di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me yên gerîla de şerekî giran qewimî. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker ên ku nikarin li hemberî hêzên me yên gerîla şer bike, bi teknîka giran û balafirên şer bombe li qada şer barand. Ji ber vê bomberdûmanê 5 hevalên me yên bi fermandariya heval Delîl ku bi lehengî şer kirin şehîd bûn.”
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Delîl Teman Nav paşnav: Yûsûf Bûldag Cihê jidayikbûnê: Çewlig Dayik-Bav: Derdiye-Sadik Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye |
Nasnav: Brûsk Celeme Nav paşnav: Mûhammed Abdulhamît Cihê jidayikbûnê: Şam Dayik-Bav: Solîn-Necîp Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye |
Nasnav: Cûdî Serhat Nav paşnav: Mehmet Emîn Keleş Cihê jidayikbûnê: Wan Dayik-Bav: Naîme-Hasan Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye |
Nasnav: Garzan Dersim Nav paşnav: Ahmet Kemer Cihê jidayikbûnê: Efrîn Dayik-Bav: Îzzet-Recîp Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye |
Nasnav: Rênas Mervan Nav paşnav: Aram Orebeyî Cihê jidayikbûnê: Stenbol Dayik-Bav: Mehtap-Metîn Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye |
Nasnav: Şiyar Denîz Nav paşnav: Eşyar Moral Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Ayşe-Mahsûm Dem û cihê şehadetê: 31’ê Adara 2018 / Osmaniye
|