Li Stenbol û Edeneyê di serdegirtina malan de 2 endamên Ciwanên Şoreşger hatin destgîrkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya ANF’ê Polîsên Tirk li Stenbol û Edeneyê danê vê sibehê avêtin ser malên endamên Komeleyên Ciwanên Şoreşger.
Hate ragihandin ku li Stenbolê avêtin ser malên Mahmût Koçyîgît û Elî Uçerlî, li Edeneyê jî avêtin ser mala seda Tanak. Uçerlî û Tanak hatin destgîrkirin.