Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê boriyên ava vexwarinê di nav sê rojan de du caran teqîyan, ji ber teqîna boriyên avê xelk mexdûr bû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hate ragihandin ku boriyên şebekeya ava vexwarinê yên ku ji Taxa Îpekyoluyê Nisêbînê derbas dibûn teqiyan. Di demeke kurt de piraniya taxê di bin avê de ma û xelk mexdûr bû. Piştî ku yekîneyên MARSU ya girêdayî Şaredarîya Mezin a Mêrdînê şebekeya avê girtin asta avê daket.
Ji ber teqîna boriyên avê xelk, dikandar û şênî mexdûr bûn. Hat diyarkirin ku di nav 3 rojên dawî de boriyên avê 2 caran teqiyan.