HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên 14-15’ê Nîsanê li Agiriyê şehîd bûn eşkere kir û ragihand ku gerîlayekî wan jî dîl ketiye destê dijmin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi bîr xist ku di çalakiya 14’ê Nîsanê de li navçeya Bazîd a Agiriyê 20 leşkerên Tirk hatibûn kuştin. HPG’ê diyar kir ku di wê çalakiyê de gerîlayekî bi navê Yilmaz Piling şehîd bûye.
HPG’ê ragihand gerîlayê bi navê Cîhan Zîlan jî 15’ê Nîsanê di şer de şehîd bû û gerîlayê bi navê Xemgîn (Mazlûm Acar) dîl hatiye girtin.
HPG’ê li ser mijarê ev daxuyanî da:
“14’ê Nîsanê hêzên me yên gerîla li dijî Qereqola Serêkanî ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê çalakiyeke berfireh kiribûn û di encamê de 20 leşkerên dijmin hatibûn kuştin. Di vê çalakiyê de hevalê me Yilmaz bi lehengî şer kir û şehîd bû. Piştî çalakiyê, di dma operasyonê de roja 15’ê Nîsanê jî di navbera hêzên me yên gerîla û hêzên dijmin de şer derket û hevalê me Cîhan şehîd bû. Hevalê me Xemgîn (Mazlûm Acar) dîl kete destê dijmin. Medya dewleta Tirk bi rêbazên şerê taybet hewl da ji raya giştî re ragihîne ku li Eyaleta Serhedê gelek windahiyên gerîla hene. Hêzên dagirker û medya şerê taybet ji bo serketina mezin a çalakiyên hêzên me binixumînin, hewl didin bi nûçeyên derewîn gel bixapînin. Divê gelê me ji nûçeyên derewîn ên şerê taybet ên dijmin bawer neke.
Hevalên me yên şehîd bûn:
Nasnav: Yilmaz Piling Nav paşnav: Mehmet Ozgun Cihê jidayikbûnê: Amed Dayik-Bav: Mehdiye-Mûrat Dem û cihê şehadetê: 14’ê Nîsana 2018 / Agirî |
Nasnav: Cîhan Zîlan Nav paşnav: Taner Aydemîr Cihê jidayikbûnê: Mûş Dayik-Bav: Nerîman-Selahattîn Dem û cihê şehadetê: 15’ê Nîsana 2018 / Agirî |
YILMAZ PILING
Hevale me Yilmaz Piling li Amedê ji dayik bû û li nava kevneşopiya welatparêziyê mezin bû. Mîna bi hezaran ciwanên Kurd li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dijmin berê xwe da têkoşîna azadiyê û di emrê xwe yê ciwantî de bû şervanekî azadiyê li serê çiyayên Kurdistanê. Ji roja ku dest bi gerîlatiyê kir, bi kesayetiya xwe ya dilnizm û kedkar, bi sekna xwe ya fedakar bû yek ji hevalên mînak. Li Eyaleta Serhedê, bi rola ku di Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de rabû, bû yek ji hevalên leheng ku cihê xwe di dîroka Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de girt.
CÎHAN ZÎLAN
Hevalê me Cîhan Zîlan li Mûşê ji dayik bû, rastiya dijmin, polîtîkayên qirkirinê, zext û zordariya ku dewleta TC a faşîst li ser gelê Kurd ferz dike ji nêz ve dît. Hevalê me Cîhan ku di nava nirxên pak ên Kurdîtiyê de mezin bû, li dijî êrîşên dijmin ên li ser gelê me di emrê ciwantî de tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo hola her mirov û hevalên me yên şehîd bûne hilîne, bi daxwazeke mezin têkoşiya. Bû yek ji wan hevalan ku li Eyaleta Serhedê derb li dijmin xist.
Em ji malbatên hêja yên her du hevrêyên me yên şehîd bûne û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soz didin ku heta azadiya gelê xwe em ê têbikoşin.”