Roja 1’ê Golanê Roja Kedkarên Cîhanê ye, Di vê rojê de hemû kedkarên cîhanê 1’ê Golanê tekoşîna 132 salan pîroz dikin.
QAMIŞLO – Bi boneya salvegera roja 1’ê Golanê roja kedkarên cîhanê nûçegihanê Ajansa me ya Nûçe Ciwan li bajarê Qamişlo nerîna kedkarên ciwan derbarê vê rojê de girt.
Ciwanê kedkar yê bi navê Hafiz Ebrahîm bi boneya salvegera vê rojê ev roj li hemû kedkarên cîhanê pîroz kir û got ku em bi vê rojê ser bilindin û em vê rojê bi kêf xweşî pêşwazî dikin.
Ebrahîm axaftina xwe hiwa berdewam dike: Ev roj jibo me tiştekî manewî ye, Çawa roja mamûstan heye, roja kedkaran jî heye. Em li Bakurê Sûryê sipasiya her kese ku li ser karê kedkaran dixebite dikin û dîsa jî vê rojê pîroz dikin.
Ciwanê bi navê Alî Osman jî axifî û ev roj li hemû kedkaran pîroz kir û got ku em bi vê rojê serbilindin.
Her wiha Jina Ciwan Xedîca Cewher hemû kedkarên cîhanê û Sûryê û bi taybet yê bajarê Qmişlo silav kir û got ku cejna hemû kedkaran pîroz be.
Di dawiyê de Ciwanê bi navê Rênas wiha hestê xwe anî ziman: Em bi vê rojê serbilindin, Lê di van şert û mercên zehmet de em mecbûr dimînin ku em bi hemû hêza xwe kar bikin ji bo ku em pêdiviyê xwe yê jiyanî pêk bînin.
Rênas di dawiyê de bang li tevahî cîhanê kir ku xwedî li kedkaran derkevin.