Weqfa Jina Azad A Rojava ku hemî kar û xebatê xwe j bo pêşxistina jinê di hemû aliyên civakî her wiha di aliyê karên din de ku bikaribe rola xwe di civakê de bilîze.
QAMIŞLO – Ji bo naskirina kar û xebatên wê Ajansa me ya Nûçe Ciwan hevdîtin bi Seroka Weqfa Jina Azad A Rojava Hena Alî re kir.
SerokaWeqfa Jina Azad A Rojava Hena Alî da xwiyanêkirin ku ew ji bo avakirin civakê xebat dikin, ji bo pêşxistina jinê li Rojava.
Hena Alî got ku ev weqfe li ser asta tevahî Rojava kar û xebatê xwe dide meşandin û navenda esasî li Qamişlo ye û ew xwe li ser 5 beşan bi rêxistin dikin.
Beşa Tendirûstî, Beşa Perwerde, Beşa Aburî, Beşa Têkilî û Ragihandin û Beşa Lêkulîn.
Alî di berdewamiya axaftina xwe de got: Me di meha 9 an di sala 2014 an de dest bi karê xwe kir û destpêkê me bi 300 jinî re nîqaş meşand û di encamê de em gihiştin biryara ku destpêkê em bi beşa perwerdê xebatê xwe bikin, Ermanca me ji vê beşî ku em jinê di milê bîrduzî de diha xwirtir bikin, him jî di milê ziman û çawa bikaribin xwedî li çanda xwe derkevin.
Alî da xweyanê kirin ku di xebatê xwe de wan 7 çihên taybet ji bo zarokên ji 3’ê salî û heta 5 salî re vekirine û her yek ji wan li çihekî cûda hatiye vekirin, yek jê teybet ji bo zarokên şehîdanin.
Alî got ku di destpêka karê wan de metirsiyk ji aliyê jinê hebu ku nikaribe gavan bi pêş de bavêje û tevlî me nedibûn, Lê hêdî hêdî jin tevlî me dibûn û kar bi serdiket û gavên pir mezin hatin avêtin, Ermanca me di pêşerojê de ewe ku em gavên mestr bavêjin.
Seroka Weqfa Jina Azad A Rojava Hena Alî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinên Rojava û Cîhanê kir ku destê xwe têxin destê hev û civakê bi hevre avabikin û vê xebatî li pêşbixin.