Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) bi boneya salvegera 1’ê Gulanê roja kedkarên Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: Em vê roja dîrokî îsal bi rihê berxwedana serdemê pêşwazî dikin.
QAMIŞLO – Kordînasyonê got: serhildana 1968’an di hemu dunya de îspat kiriye misogeriya sosyalîzmê jî ciwan in. Yê ku kedê dide, hêz û enerjiya civakê temsîl dike, yê ku herî zêde di bin êrîşên dagirkerî û desthilatdara de ye û yê sîstema dagirkerî û kapîtalîst dikare hilweşîne ciwan.
Daxuyaniya Kordînasyona Ciwanan wihaye:
“Em bi navê Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan 1’ê Gulanê, Roja Têkoşîna Kedkarên Cîhanê li tevahî kedkar û karkeran, gelên bindest û têkoşer pîroz dikin.
Beriya her tiştî em vê roja dîrokî îsal bi rihê berxwedana serdemê pêşwazî dikin. 1’ê Gulanê bi xwe tê
wateya berxwedanê, tê wateya têkoşîna kedkar û gelan li dijî desthilatdarî, kedxwarî û
dagirkeriyê.
Beriya 150 sal zêdetir Karl Marks û Friedrich Engels bangawaziya “Kedkarên hemu welatan, bibin yek!” kiribûn û di encama vê yekê de têkoşîna sosyalîzmê li çar aliyên cîhanê belav bû. Îro 28 sal piştî têkçûyîna projeya Yekitiya Sovyet, em ji her demî ve zêdetir carekê din pêwistiya yekitiya gelên bindest û hêzên şoreşger dibînin. Sîstema modernîteya kapîtalîst di nava qeyranekê mezin de dijî û di şaxsê kaos û aloziya Rojhilata Navîn de şerê pêşeroja însaniyetê dike û di bin fikr û felsefeya Rêber APO de hêviya azadiyê ji nû ve ronî dibe, ala sor a sosyalîzmê carekê din bilind dibe. Wekî ku serhildana 1968’an di hemu dunya de îspat kiriye misogeriya sosyalîzmê jî ciwan in. Yê ku kedê dide, hêz û enerjiya civakê temsîl dike, yê ku herî zêde di bin êrîşên dagirkerî û desthilatdara de ye û yê sîstema
dagirkerî û kapîtalîst dikare hilweşîne ciwan û bi taybetî jinên ciwan in. Ji ber vê jî parçebûna ciwanan hilweşandina civakê ye, lê rêxistinbûna ciwanan jî misogeriya serkeftinê
ye.
Di vê çarçoveyê de em di serî de silavên xwe ji hemu ciwanên ku li hemberî sîstema şerê taybet berxwedidin û xwe rêxistin dikin re dişînin.
Çawa ku li çar perçeyên Kurdistanê şerê azadiyê tê dayîn û li Rojhilata Navîn têkoşîna gelan mezin dibe, em dibînin ku li hemu dever û welatên vê cîhanê însan û hêzên demokratîk û şoreşger ji bo pêşerojekê azad li dijî desthilatdarî, zilm û zordariyê di nava têkoşînekê de ne.
Em berxwedana hemu jinên têkoşer li dijî zilamsalarî silav dikin, em gelên katalan ku ji bo serxwebûna xwe li kolana ye silav dikin, em berxwedana Zapatistas li Meksîko û gerîlayên Maoîst li Hindîstanê silav dikin û em têkoşîna gelê filistîn, amazîx, bask û bakurê îrlanda silav dikin. Her wiha jî em her kesî kû li hemberî kapîtalîzm serî hildide silav û keda wan pîroz dikin.
Bi rihê şehîdên Gulanê û şehîdên berxwedana Efrînê, bi rihê Navdaran, Avestan û Rêzanan ve têkoşîna me ya azadiyê ku di wateya 1’ê Gulanê de pêktê, mezin dibe. Em li ser vî esasî soza xwe beramberî şehîdên şoreşê û gelê xwe dubare dikin, heta serkeftinê li dijî dagirkerî û desthilatdarî em ê şer bikin.