Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), rapora li ser sûcên şer ên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kiriye bi daxuyaniyeke çapemeniyê eşkere kir.
https://www.youtube.com/watch?time_continue=43&v=C2u_cVvom1U
NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD), rapora li ser sûcên şer ên li Efrînê hatine kirin duh li avahiya xwe ya navendî ya li Qamişloyê eşkere kir.
Di raporê de hemû bûyerên ku ji 20’ê Çileyê dest pê kirin hatin vegotin û bi berfirehî qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan hate kirin.
Rapor wiha ye:
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku xwe li ser opozisyona Sûriyeyê hesab dikin, di 20’ê Çileya sala 2018’an de dest bi êrîşa li ser kantona Efrînê kirin. Kantona ku li bakurê û tevahiya Sûriyeyê cihê herî bi ewle bû. Di êrîşa xwe de gelek behaneyên cûda yên dûrî rastiyê bikar anîn. Hemû cûreyên çekan ku li dijî peyman û pîvanên navdewletî ye bi kar anîn. Tu razêdarî ji rêveberiya Sûriyeyê re ne girtin, her wiha hemû pîvanên navdewletî binpê kirin. Di xaka welatekî cîran de destwerdan kir û hemû pîvanên cîrantiyê binpê kirin. Wekî çawa li Efrînê kirin. Ji hemû cîhanê re isbat kirin ku dewlet Tirk wekî dagirker derbasî xaka Sûriyeyê bûye.
Lê tu rêz ji peymanên navdewletî û pîvanên wê, her wiha qanûnên dema şer negirtin. Dest bi destwerdanê kir û kuştin û guhertina demografî li herêmê pêk anîn, destdirêjî, baweriyên xwe li ser hemû kêmnetew û mezheban ferz kirin, mal û milkmen welatiyan binpê kirin û talan kirin, her wiha destdirêjî û hemû kiryarên derexlaqî li dijî welatiyên herêmê pêk anîn. Cihên olî yên pîroz dan guhertin û wêran kirin. Her wiha cihên dîrokî û şûnwar jî rûxandin û talan kirin. Ev hemû li ser kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê dibin şahid.
Li gorî qanûnên navdewletî ya qanûna şer û hêzên çekdar ku ji aliyê komîteya navdewletî ya Xaça Sor ve di sala 2001’an de hate danîn, dewleta Tirk dagirker e. Di beşê 9’an ji benda yekem a madeya 800’î herêm di çarçoveya dagirkeriyê de ye. Herêma Efrînê di bin dagirkeriya hêzên dijmin de ye.
Lewma li gorî peymana Cinêv-4 a sala 1949’an derbarê şer û parastina sivîlan, birîndaran û dîlgirtiyan li ser xaka dagirkeran hatiye destnîşankirin.
1-Sûcên tunekirina neteweyî û mezehebî
2-Sûcên tunekirina koman wekî di madeya 7’an a sîstema Roma ya sala 1998’an de hatiye.
3-Binpêkirina mafê jinan
4-Kuştin û êşkenceya bi cenazeyên dîlgirtiyan
5-Dadgehkirinên li dijî qanûnan
6-Xenîme û tiştên desteser dikin
7-Şewata pirtûk, belge û bermahiyên dîrokî
8-Wêrankirina cihên pîroz
9-Revandin, veşartin, êşkence û tesfiyekirin
10-Revandina zarokan û girtina wan wekî rehîneyan
11-Revandin û zordariya: wekî çavkaniya fînansekirina terorê tê bikaranîn
12- Topbaran û bombebarana bê ser û ber ku pêk tê
Li gorî vê yekê hemû ferman û binpêkirinên ku tê ne kirin, alîkariya karên teroristan e.
Di madeya yekem a peymanê de (nabe tunekirina cinsî mirovahî pêk were û li ser wî cezakirin, tê kirin) di 12/1/1951’an de: tunekirina komî sûcên ku li gorî qanûnên navdewletî de pêk tê, di demên şer û aştiyê de pêk were. Aliyên navdewletî aliyên pêk tîne, ceza dike.
Di madeya duyemîn a heman peymanê de: tunekirina komî tê wateya kiryarên ku bi wêrankirina giştî û beşî ya komên neteweyî, mezhebû û olî pêk tên.
Dewleta Tirk û çeteyên wê yên terorist li Efrînê van kiryaran pêk tîne:
1-Kuştina endam, endamên komên mezehbî, olî û neteweyî
2-Ziyanê bi cesedî an zihnî bi endamên koman ve dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê rojane sûcan li dijî sivîlan pêk tîne. Ev bû beşek mezin ji binpêkirinên irfên navdewletî û qanûnên şer e pêk tîne. Ev kiriyarên sûc û binpêkirinên mezin ên itîfaqa Cinêvê ya 12-8-1949’an e û dibe sûcê li dijî mirovahiyê ya cinayeta navdewletî. Ji ber li gorî qanûna Roma ya taybet bi sûcên şer, gelek binpêkirinên ku dighêje sûcên li dijî mirovahiyê li Efrînê pêk hatiye:
Wekî nimûne beşek ji binpêkirinan:
“1-Topbaran û bombebarana gundan û herêmên Efrînê û rûxandina avahiyên niştecihiyê.
2-Bi top û balafirên şer êrîş li sivîlan hate kirin.
Ji komkujiyên ku li Efrînê li dijî sivîlan hatin kirin:
-21’ê Çileya 2018’an de li gundê Enabke ya Efrînê balafirên şer mirîşkxaneyek ku sivîl lê hebûn bombebaran kir. di encamê de 8 sivîlên ji heman malbatê jiyana xwe ji dest dan.
-Di 23’yê Çileya 2018 dewleta TIrk bi fûze û topban gundên Dêr Belût a navçeya Cindirêsê hedef girtin, di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 ên din birîndar bûn.
-Di 28’ê Çileya 2018’an de Artêşa Tirk gundê Koble ya herêma Şêrawa ya Efrînê bi fûzayan û topan hedef girtin. Di encamê de 8 welatiyan jiyana xwe jid est dan û 7 birîndar bûn. welatî ji heman malbatê ne.
-Di 31’ê Çileya sala 2018’an de Artêşa Tirk bi fûzeyan û topan taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê topbaran kirin. Di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û 21 kesên din ku zarok û jin jî di nava de birîndar bûn. Birînên wan cûda bûn. Ekîpên Heyva SOr a Kurd birîndar rakirin navendên dermankirinê, navê birîndaran di raporên taybet de hene.
-Di 1’ê Sibata 2018’an de endamên komên çekdar ên alîkariya Artêşa Tirk dikin, cenazeyê şervanan kurdî Emîna Mustefa umer (Barîn Kobanê) êşkence kirin.
-Di 19’ê Sibata 2018’an de Artêşa Tirk a dagirker bi topan û fûzeyan bajaroka Basûtê ya Efrînê topbaran kirin, di encamê de zarokek hate qetilkirin, jin û zarok jî di nav de 9 kesên din birîndar bûn. Birînên wan cûda ne.
-Di dîroka 22’ê Sibata sala 2018’an de Artêaş Tirk karwanê sivîlên ku ji bajarê Hesekê û gundên wê berê xwe dan Efrînê li derdora bajaroka Basûtê bombebaran kirin. Di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 12 birîndar bûn.
-Di 2’ê Adara 2018’n de balafirên şer ên Artêşa Tirk gundê Kaxire ya navçeya Mabata bombebaran kirin, di encamê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 5 birîndar bûn.
-Di 5’ê Adara 2018’an de Artêşa Tirk a dagirker bi balafiran kerwanê ji navenda bajar û gundên wê derketine li çerxeriya gundê Berbenê ya navçeya Raco bombebaran kir. Di encamê de sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 9 birîndar bûn.
-Di 5’ê Adara 2018’an de ji ber teqîna mayînekê li derdora gundê Ferferiyê 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 8 kes birîndar bûn.
-Di 7’ê Adara 2018’an de jiber teqîna mayînekê bi tirmpêla wan 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 4 birîndar bûn. ev bûyer li nîvê bajaroka Meydankê ya navçeya Şeranê pêk hat.
-Di 13’ê Adara sala 2018’an de ji ber teqîna mayînekê li çerxeriya gundê Gimrok a navçeya Mabata 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
-di 13’ê Adara sala 2018’an de ji ber teqîna mayînekê li derdora gundê Bedînê ya navçeya Raco sivîlekî jiyana xwe ji dest da û 4 birîndar bûn.
-Di 14’ê Adara 2018’an de Artêşa Tirk a dagirker navenda bajarê Efrînê bi fûzeyan û topan topbaran kir, di encamê de 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 18 birîndar bûn.
-Di 15’ê Adara 2018’an de Artêşa Tirk navenda bajarê Efrînê bi fûzeyan û topban topbaran kirin, di encamê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û 5 birîndar bûn.
-Di 16’ê Adara 2018’an de Artêşa Tirk karwanê sivîlan li taxa Mehmûdiyê ya navenda bajarê Efrînê topbaran kir. di encamê de 38 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 47 welatiyên ku piraniya wan jin, zarok û kalepîrên birîndar bûn.
-Di 18’ê Adara 2018’an de li gundê Tirindê ji ber teqîna mayînekê di maleke sivîl de 4 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan
Di 18’ê Adara 2018’an de ji ber teqîna mayînekê di nava bajarê Efrînê de 6 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.
*Êrîşa li dijî cihên dîrokî û deverên pîroz, ji erdê û ezman ve hatin topbarankirin û rûxandin.
-Parezgeha Ên Dara ya dîrokî a li başûr-rojhilatê gundê Ên Dara ya herêma Efîrnê, bermahiyên wê û şêrên wê yên baziltî ji ber bombebaranê Artêşa Tirk bû bermahî.
-Navenda Yekîtiya Êzîdiyan hate rûxandin
-Mezara Qerar Cernex hate rûxandin
-Mezara gundê Basûfanê hate rûxandin
-Mezara Barsa xatûna (Mezara Bersaya) hate rûxandin
4- Artêşa Tirk a dagirker bi zanebûn êrîşî rojnmavan, alavên û kesên bi dildarî û memûrên ku erkên mirovî pêk tanîn kirin.
-Rojnamavan Bêrîvan Mustefa li Efrînê- Roco dema êrîşên dewleta Tirk dişopand, heta qetilkirin.
5- Bi zanebûn li dijî avahiyên ji bo pêkanînên olî, perwede, nexweşxane û cihên kombûna nexweşan êrîş pêk anîn. Ji wan jî mizgefa Selah El-Din a gundê Cindirêsê di 31’ê Çile de bombebaran kirin.
6-Bi zanebûn welatiyên sivîl xistin çemberê da ku zextê li hêzên QSD’ê bikin, ev bi riya qutkirina riyên derman û madeyên xwarinê, bi zenebûn tureyên av, ceyran û vegihînê hatin qutkirin. Ji wan jî navenda ava vexwarinê ya navçeya Şeran-Metîna di 7’ê Sibata 2018’an de hedef girtin. Her wiha balafirên şer ên Artêşa Tirk di 10’ê Sibatê de firina bajaroka Raco bombebaran kir, di encamê de ji xizmetê derket.
*Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê piştî derxistina sivîlan:
Tiştê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên tundrew ji kiriyarên tirkirina herêmê û guhertina demografiya herêmê ji şêniyên wê yên resen binpêkirina berçav a peyam û belgeyên navdewletî ku li gorî wê hemû binpêkirin û êrîşa li dijî malên sivîlan pêk hatiye dike. Bingeha niştecihî ya herêmê didin guhertin. Li ser vî esasî dagirkeriya Tirk û çetyeên wê hemû belgeyên navdewletî binpê kirine. Ji wan binpêkirinan:
-Xwendekar neçar kirin ku ala Tirkiyê rabikin, hin malperên çeteyan belav kirin çawa xwendekar neçar dibin ku spasiya Erdogan bi hin hevokan bikin.
-Revandina Sivîlên ku di Efrînê de mane têne girtin da ku bi komî werin koçberkirin.
-Piştî bajar ji şêniyên wê hate valakirin, malbatên komên çete li gundên Ikbis û Moska, her wiha gundên navçeya Şiyê û Cindirêsê hatin bicihkirin.
-LI bajar talan û dizî hate pêkanîn û hîn jî aliyê teroristên girêdayî dewleta Tirk pêk tê. Di dîmen û wêneyên ji nava bajarê Efrînê de hatine, diyar dike ku teroristên girdayî Qaîda(Cebhet El-Nusra-Artêşa Azad) çawa ketin dikanan û malên welatiyan, talanî û dizî pêk tanîn. Tiştek di wan dikanan de ne hişti.
-Navên hemû navendên hikûmetê bi zimanên tirkî û erebî dan guhertin.
-Hemû saziyên xizmetguzarî û ji wan ên tenduristî hatin ibtalkirin û birin Ezazê, armanca wan ji vê yekê Efrîn bi Ezazê ve girêbidin û wê bikin lêvegera wê.
-Hejmarek gundên herêmê kirin bargehên leşkerî û şêniyên wê dane koçberkirin. Bi temamî jî ew gund hilweşandin.
-Perwedeya oliya tund li kesên di bajar de mane hate ferizkirin û li ser jinan danîna çerçevan hate ferizkirin.
-Ola Îslamê li ser xwişk û birayên me yên êzîdî hate ferizkirin û bi ew neçarî çûyîna mizgeftê kirin.
-Gelek ciwanên herêmê yên sivîl bi destê komên çete yên tundrew hatin serjêkirin, ji wan jî Miheme Horo ê ji navçeya Şeran û elî Yûnis ê ji gundê Yelanoz hatin naskirin.
-Hejmarek jinên ciwanan ji bajarê Efrînê hatin revandin, ji wan zozan Beşîr a ji gundê kefer Seferê, sedema revandinê jî ji ber got ku ew mamosteya bîrdozî ye.
-Agahiyên tekez gihiştine ku xwediyên şehadeyan li nava bajar têne revandin.
-Derdora 4 hezar malbat li Efrînê û gundên wê bi cih kirin
-Bajaroka Kefer Cenê bi temamî hate erebkirin.
-300 malbat li gundê Kefer Sefrê bi cih kirin.
-Hejmarek welatiyên sivîl bi destê komên çete hatin revandin, ji wan welatiyê bi navê Welat Enwer Hemdûş ê 40 salî û Yekbîn Enwer hemdûş ê 38 salî hatin naskirin.
-Gelek jinên bajarê Efrînê rastî destdirêjiyê hatin, ji wan zarok jî hene.
-Welatî ji mafê wan ên herî biçûk hatin bêpar kirin, rê nayê dayîn ku welatî cenazyên xizmên xwe yên di şer de jiyana xwe ji dest dan, bigirin.
1-Raporek derbarê hejmara zarok, jin û kalepîrên ku di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de ji 20’ê Sibat û heta dawiya meha Adara 2018’an de jiyana xwe ji dest dan bi hate amadekirin.
-Hejmara jinên ji ber êrîşa dewelta Tirk û çeteyên wê de şehîd bûn 56 jin in, navê wan bi belge û dîroka şehadeta wan di raporên taybet de hatine belgekirin.
-Hejmara zarokên ji ber êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê de jiyana xwe jid est dane, 46 in, hemû binav û dîrokan hatine belgekirin.
-Hejmara sivîlên ku di êrîşa li ser Efrînê û gundên wê de jiyana xwe ji dest dan li gorî belgeyên hatine amadekirin nasenme hatin 157 in.
-Hejmara welatiyên ne sivîl ên di êrîşa Artêşa Tirk û çeteyên wê de jiyana xwe ji dest dan gihişt 525 an.
-Raporek derbarê hejmara zarok, jin û zilamên li Efrînê ji sivîl û ne sivîlan ên birîndar bûne ji destpêka êrîşê û hate dawiya wê hatiye amadekirin.
1-Hejmara zarokên hatine birîndarkirin û nasnameyên wan hatine diyar kirin gihiştiye 155 an.
-Hejmara jinên birîndar bûne û navê wan hatine belgekirin gihiştiye 104 an.
-Hejmara sivîlên ku rastî birîên cûda hatin û navên wan hatin belgekirin 448 kesin, birînên wan cûda ne û navên wan hatiye belgekirin.
*Raporek berfireh derbarê hejmara koçberên ji bajarê Efrînê di encama êrîşên wan de dest ji malên xwe berdan:
Rêveberiya xweseriya demorkatîk di 16’ê Adaraa 2018’an de biryar da ku welatiyan ji navenda bajarê Efrînê û gundên wê yên başûr derbixe û berê wan bide herêmên Şêrawa, Nubil û Zehrai û herêmên Şehbayê. Ji ber topbarna û bombebarana li ser herêmên wan û metirsîna ku welatiyên sivîl rastî qetilam û tunekirina komî pêk werin, ev biryar hate girtin.
Hejmara koberên ji herêmên başûrê Efrînê koçber bûne gihişt 300 hezar kes bû, ber êxwe dan derdora Til Rifet a herêmên Şehbayê, li Til Rifet navê derdora 160 hezar kesî hate qeydkirin, hejmara maye jî li herêmên Şêrawa, Nubil û Zehrai dimîn in. Hejmarek malbatan jî berê xwe dan bajarê Helebê, hejmarek ku derdora hezar û 500 malbatan jî berê xwe dan herêma Minbic, hejmarek kêm jî berê xwe dan rojhilatê çemê Firatê li Kobanê Til Temir, Qamişlo û kampa Newroz bi cih bûn.
*Pêdiviyên kampên ku koçberan bi cih dikin:
-Şaredariya gel a herêma Şehbayê û bi hevkariya rêveberiya Kantona Efrînê û bi alîkariya Heyva Sora a Kurd û a Sûriyeyê, hin komeleiyên xêrxwaziyê û rêxistina PUI, li navçeya Fafînê ya herêma Şehbayê kamp hate vekirin. Di kampê de 850 kon hatin vekirin. Hejmara malbatên li wir hatin bi cihkirin kêm bû. li aliyê din hejmara alîkariyan li gorî hejmara welatiyan pir kêm e. hejmara malbatên hatine li wir bi cih bûne, gihişt 15 hezaran, li aliyê din asta alîkariyan pir kême ji bo firehkirina kampê, lewma kampek din hate vekirin, ji ber hejmara welatiyan zêde bû.
*Li ser vî esasî koçber kêmasiyên van madeyan jiyan dikin:
-Hejmara konên ku dê malbatan bi cih bikin, pir kêm e.
-Di aliyê tenduristî de madeyên pêwîst û dermanên ji bo rewşên awerte kêm in, ji ber derfet bi giştî kêm in.
-Pêwîst bi embulansan û nexweşxaneyên gerok ji bo gihandina Helebê pêwîst e.
-Pêwîstî bi beşê jidayîkbûnê heye.
-Pêwîstî bi piştgiriya nexweşên şekir , aşlekirina nexweşên sil û pişik, telasîma û alavên şuştina gulçikan heye.
-Pêwîstiya kampan bi derman û berhemên şîr ji zarokan re heye, her wiha pêwîstî bi cilên zivistanê ji ber dijwariya rewşa hewa heye.
-Pêwîstiya ava paqij ji bo şuştin û vexwarinê heye, tê texmînkirin ku heger rewş wiha dewam kir û bersiv zû neyê dayîn nexweşî di nava welatiyan de zêde bibe.
-Pêwîstî bi kervaneyên berê hatine çêkirin ku ji bo dstavê têne bikara anîn heye, niha tenê 12 heb hene.
*Pêwîstiya hezar û 700 rewşên nexweşiyên leşmaniya bi dermankirinê heye.
Di encama rewşa dijwar û zehmet a şêniyên Efrînê û gundên wê bi hemû pêkhateyên wê, rastî kiryarên dijwar û êrîşên hêzên dagirker ku navê êrîşa xwe kirin “Şaxê Zeytûnê” rastî gelek dijwariyê hatin. Em di destpêkê de hemû binpêkirinên li dijî welatiyên Sûriyeyê hatine kirin, şermezar dikin, her wiha em piştgiriya xwe ya bi malbatên qurbaniyên ji Sûriyeyê re tîn ziman. Em sersaxiyê ji hemû welatiyên Sûriyeyê yên ji ber êrîşa wan jiyana xwe ji dest dane ên sivîl û ne sivîl. Her wiha em şîfaya lezgîn ji birîndara re hêvî dikin.
Em hemû kiryarên tundî, qetil kirin û tesfiye ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li dijî welatiyan pêki anîn, her wiha revandin, koçberkirin û tesifiya ku li dijî gelê welatiyên Sûriyeyê pêk hat, şermezar û nelet dikin. Em ji rewşa kesên bi zorê hatine ravandin û rewşa an ne diyare bi fikar in, em bang li civaka navdewletî dikin ku di zûtirîn dem de bikevin tevgerê û bi awayekî lezîgn û cidî li dijî kiryarên li Efrînê tê kirin, derkevin.
Ji ber kiryarên wan binpêkirina serokatiya Sûriyeyê ye û hemû hewldanên peydakirina çareseriya siyasî ya heyî têk dibe, her wiha hewldanên şerê li dijî terorê jî lawaz dike. Em li gorî biryara navdewletî ên feriz van daxwazan dikin:
-Dagirkeriya Efrînê wekî karekî ne rewa û li dijî rêgaez û meqsedên NY û qanûna navdewletî hesab bikin. Ji hêzên dagirker were xwestin ku di zûtirîn dem de û bê şer ji Efrînê û hemû xaka Sûriyeyê ku dagirkiriye ku ev sê meh dirêj kiriye û heta niha.
*Wesiyet:
-Ji be rem dagirkeriya Efrînê karekge ne rewa dibîn in û li gorî hemû rêgez û meqsednên NY û qanûna navdewletî ye, em hemû kiryarên hêzên darirker a Tirk şermezar dikin û em banga van tiştan dikin:
1-Ji hêzên dagirker dixwazin ku di zûtirîn dem de û bê şertên pêş ji Efîrn û hemû xaka Sûriyeyê ku dagirkiriye, derkeve.
2-Xeteriya dagirkeriya Tirkiyê ji Efrînê re were eşkerekirin. Her wiha endamên êrîşên dewleta Tirk ên li leşkerî li Efrînê û bakurê Sûriyeyê ji binpêkirinên mafên sivîlên Sûriyeyê were diyarkirin. Welatiyên ku rastî koçberkirina fireh û metirsiyar a insanî hatin pêk bînin.
3-Bi lez kar were kirin ku çarenûsa kesên hatine revandin diyar bibe û serbest werin berdan. Çi jin, zarok, nêr û kesên li gel dagirkeriya Tirk û çeteyên alîkariya wan dikin hatin girtin.Ev bê şert serbest werin berdan. Hemû hêz gerek neçar werin kirin ku berdêla zirarên mezin ku gihişt welatiyên hatine ravandin û bi zorê hatine veşartin, were dayîn.
4- Bi lez kar were kirin da ku çarenûsa kesên windayî were diyarkirin, kesên hîn jiyan dikin navên wan were eşkarekirin, kesên hatine qetilkirin ji ber sedemên siyasî û ne siyasî jî werin eşkerkirin.
5-Komîteyek serbixwe, bê alî û karê xwe zelel bike, bi beşdarbûna nûnerên Fedraaliya Sûriyeyê ya mafê morivan, rêxistinên parstina mafê mirovan û mafê jinan li Sûriyeyê dikin were avakirin. Ji bo binpêkirinên li Efrîn û gundên wê hatine kirin werin diyarkirin. Hemû kiryarên ji destpêka êrîşa li ser Efrînê û heta niha were lêkolîn kirin. Kesên berpirsiyar ji hêzên dagirkeriyê ku bûn sedema mirina û birîndariya welatiyan. Da ku ew ji dozgeriyên herêmî û navdewletî re werin dewrikirin û hesab ji wan were xwestin.
6-bang li hemû rêxistinên hiqûqî û sivîl ên Sûriyeyê were kirin ku di lêkolîna belgeyên cûda yên derbarê sûcên li dijî mirovahiyê ku ji aliyê dagirkeriya Tirk li Efrînê hatiye kirin, were diyarkirin. Ev jî ji destpêka êrîşa li ser Efrînê û hate niha. Da ku Dosyaya Qanûnê were amadekirin û hesan ji kesên bûn sedemên van binpêkirinan were xwestin. Ew berpirsyar Tirk bin, an ji Sûriyeyê bin û alîkariya wan kiribin. Ji ber gelek ji kiryarên wan di asta sûcên li dijî mirovahiyê ye. Divê dosyên ên pêk anîne, dewrî dadgeha cinayî ya navdewletî û edaaleta navdewletî were kirin.
7-Rê were vekirin ku welatiyên ji Efrîn û gundên wê derketine were vekirin ku vegerin gundên xwe û malên xwe. Riyên bi ewle ji wan re were vekirin, êrîş li ser wan neyên kirin û mal û milkên wan li wan were vegerandin. Mayîn werin rakirin û rê were vekirin ku şêniyên Efrînê di aliyên aborî û civakî de rêveberiya xwe bikin.
8- Bang li dest û saziyên navdewletî yên têkidar bi peydakirina pêdivyên jiyanî, aborî û mirovî ji bajarê Efrîn û gundên wê yên hatine wêrankirin were peydakirin. Bi taybet ji şêniyên Efrînê yên hatine koçberkirin û bi awayekî lezgîn alîkariya wan were kirin.
9-Karê gelerî û hiqûqî di hemû aliyan de ji pêkhateyên Efrînê yên resen re were pêkanîn, xeter û metrisîna ji ber hêzên dagirkeran ku welatî bi darê zorê dane koçber kirin, tundî li dijî wan bikar anîn. Bi awayekî xurt li dijî kiryar û siyasetên guhertina demografî ku li herêmê pêk tê were sekinandin. Her wiha hemû tiştên ku aştiya civakî û jiyana hevbeş binpê dike were rakirin.”