Welatiyên Bajarê Efrîn li dijî kiryarên dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wê li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê derketin xwepêşandanek.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya K24 ku agahiyên xwe spartibûn çalakvanên Efrînê, duh danê êvarê Welatiyên Taxa Mehmûdiyê ya Efrînê li dijî kiryarên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker derketin xwepêşandanekê.
Hate ragihndin ku çeteyên grûpa El-Sefwa zora xwe li welatiyê Mehmûdiyê dikirin û xwastin bi darê zorê malbateke Erebên Xûteya Rojhilata Şamê li malekê bicih bikin, piştre jî alozî derket û çeteyan jî gule bi ser welatiyn de berdan û gef li wan xwarin.
Li gor nûçeyê nêzîkî 150 welatiyên taxa Mehmûdiyê kom bûn û xwepêşandanek ber bi binkeya artêşa Tirk ya dagirker ve birin û daxwaza derxistina grûpên çete ji nav bajêr kirin.
Hate Diyar kirin ku ji binkeya artêşa Tirk ya dagirker tankek şandin taxa Mehmûdiyê û çeteyên wê grûpa El-Sefwa ji wê taxê derxistin.
Artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wê roja 18ê Adarê navenda bajarê Efrînê dagirkirin û ji wê demê ve dest bi dizî, talan û revandina Gelên Efrînê dikin. Her wiha bi sedan jî malbatên Ereb ên Xûtaya Rojhilat li malên Efrîniyan bicih dikin, vê yekê jî nerazîbûneke mezin li cem Gelê Efrînê çê kiriye.