Zarokên bajarê Qamişlo bi xwendina zimanê dayikê û perwerdekirinê pir kêfxweşin.
QAMIŞLO – Zarokên dibistana dayikê yen malbattê şehidan hem kurd hem ereb di heman dibistanê de bi hevre ten perwerdekirin û heryek bi zimane xwe dixwîne.
zarokên kurd bi kurdî, zarokên Ereb ji bi Erebî dixwînin.
Rêvebera dibistan Dayikê ya Roniya rojê mamoste Hena li ermanca vekirina vê dibistanê û kar û xebatê wê ji Ajansa me Nûçe Ciwan re axifî: Me ev dibistan vekirye ji bo zarokên şehidan zarokên ku bavên wan di şoreşa Rojava de şehid bûne.
Ev dibistana me ji herkesî re vekiriye û bi taybet zarokên malbatên şehidan, ji ber ku pewistiya zarokên şehidan bi perwerde û xwendinê hebû, jibona ku ev zarok xwe tenê nebîne û dûrî zarokatiya xwe nekevin.
Hena axaftina xwe berdewam kir û got: Ev zarok di her milî de tên perwerdekirin, hem di milê xwendin û nivisandine de hem jî di milê çand û hunerê de têne perwerde kirin.
Mamoste Hena di dawiya axaftina xwe de li ser sîstema perwerdê û saziyên ku dibin alîkar axifî û got: Em zarok bi derfetên xwe didin xwendin û perwerdekirin, zarokên ku livir dixwînin ji temenê 3’ê heya 5 salî ne, Demên xwendinê ji seet 8:00 heya 12:00 an perwerde tê dayîn.
Ev dibistana me girêdayî weqfa jina azad, Heyva sor a kurdistanê û saziya malbatên şehîda ne, Ev saziyên me bi mere dibin alîkar, Em gelekî kêfxweşin ku ev saziyên me ev derfet jibona van zarokan afirandin e.