Bi boneya salvegera 1′ Gulanê cejna karkerên cîhanê gelê taxa Şêx Meqsûd ya Helebê şahîyek li dar xist û cejna hemû karkeran pîraz kirin.
HELEB – Di şahiyê de deqeyek rêzgirtin li ser rihê şehîdan hat girtin, Bi navê Partiya Sûrya Pêşeroj Rêveber Mihemed Hecî axifî û ev roj li tevahî kedkarên cîhanê û bi teybet kedkarên Bakurê Sûryê pîroz kir, piştre bi navê şeredariya gel Valentîna Ebdo û wê jî ev roj pîroz kir.
Di şahiyê da sê komên bazdanê yên Çand û Hunera demokratîk çend dîlanên filiklorî pêşkeşkirin.
Her wiha Çand û Huner ya Yekîtiya Ciwanên Rojava di dawiyê de derket ser dikê û stranên xwe ya şoreşgerî pêşkêş kirin.