Destaya Ciwan û Werzîşê ya Kantona Cizîrê li Taxa Nasra ya Bajarê Hesekê navenda xwe ya bi navê şehîd Bîrhat vekir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi dehan Ciwan û şêniyên taxê di merasîma vekirina navendê de hazir bûn. Merasîma vekirina navendê bi deqek rêz girtin destpêkir. Piştre Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê ya kantona Cizîrê Hemrîn Alî axifî û vekirina navendê li hemû ciwanan pîroz kir. Hemrîn destnîşan kir ku armanca wan ji vekirina navedê ku ciwan xwe pêş bixin da ku karibin hê bêtir rola xwe di avakirina civakê de bilîzin.
Hevserokê Desteya Şaredariyan û Rêveberên Herêmî a kantona Cizîrê Cozêf Lehdo got ku ciwan nifşên pêşerojê ne û bi saya wan hemû aliyên civakê pêş dikevin.
Her wiha bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Îdan El-Efîn destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek girîngî daye ciwanan ji ber ku ciwan ên ku civakê pêş dixin.
Merasîma vekirina navendê bi dirûşmeyên şehîd namirin bidawî bû.
Hêjaye bi bîr xistinê ku şervanê YPG`ê şehîd Bîrhat di Berxwedana Serdemê de şehîd bû.