komîteya amadekar a konferansa Ciwanên Rojhilata navîn hevdîtinên xwe didomîne. komîteyê iro hem bi ciwanên partiya komînîst a Kurdistan hem jî bi ciwanên Komele komînîstî Kurdistan re hevdîtin pêk anîn.
SILÊMANIYÊ – Komîteya amadekar a Konferansa Ciwanên Rojhilata navîn ji bo vexwendina Partî û rêxistên ciwanan iro serdana partiya komînîst a Kurdistan û Komele komînîstî Kurdistan kir.
Li ser navê Komîteya amadekar a Konferansa Ciwanên Rojhilata navîn Êrîş Şarezorî piştî hevdîtinan daxuyanî da. Şarezorî da zanîn kû hevdîtin li ser xalên sedem, armanç û rêveçûyîna konferansê û vexwendina partî û rêxistinên ciwanan bû ye.
Di berdewamîya axaftina xwe de Şarezorî got ” Hevdîtinên herdû rêxistinan jî erênî derbas bû, Em jî alaqadar bûyîna herdû heyetan pir kêfxweş bûn. Herdû partiyan jî beşdar bûnên xwe yên konferansa Ciwanên Rojhilata navîn ji mere ragihandin.”