Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR)’ê û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC)’ê ya Kantona Kobanê dewreyeke bîrdozî ji endamên xwe yê meclisê li ser asta Kantonê vekiribu, Dewreya ku li akadimiya şehîd Demhat hatibû vekirin li ser navê şehîd Navdar Serhed bu, Perwerde Bi 20 ciwanan dest pê kiribu û dema wê 15 roj bûn, Dewre îro bi dawî dibe.
KOBANÊ – Nûçegihanê Ajansa me ya Nûçe Ciwan nerînên ciwanên ku tevlî perwerdê bibûn girt.
Ciwanê bi navê Ahmed Derwîş got ku em tevlî vê perwerdê ya ku li akadimiya şehîd Demhat vebuye bûne ji bo ku em xwe li pêş bixin û xwe nasbikin, Em di perwerdê de bikaribin fikir û felsefeya jiyana azad nasbikin, Serokatî dibêje”Me bi Ciwantî dest pê kir û Emê bi Ciwantî bi serbikevin” ji ber vê yeke pêwîste em xwe perwerde bikin ku em bikaribin pêşengtiya civakê bikin û laiqî vê axaftina Serokatî derkevin.
Derwîş axaftina xwe dewam kir û got perwerde bi rihekî hevaltî derbast dibe, Her wiha got ku me li vir jiyana wekhev û biratiya gelan naskir ku hemî pêkhate bi hevre bi biratî jiyan bikin û Suryek demokratik avabikin.
Jina ciwan ya bi navê Necla Alî jî wiha axifî: Tevlîbûna min ya akadimiya şehîd Demhat dewreya şehîd Navdar ji bo min pir giring bû jiber ku min li vir naskir jinên ciwan çawa di nav civakê de bindest bû, Me hevaltiyek pir xweş di perwredê de derbastkir û me encamek xeş ji vê perwerdê girt.
Necla axaftina xwe wiha bi dawî kir: Piştî ku dewreya me bi dawî bibe emê di nava civakê de kar û xebatên xwe bikin û gel her wiha jinên ciwan bi rêxistin bikin ku rastiya xwe nasbikin û vê desthiladariyê pişkînin.
Her wiha jina ciwan ya bi navê Rengîn Oso wiha axifî: Ev perwerde ji bo min pir giring bu, Jiber ku ez wek jineke ciwan min rastiya xwe li vir naskir, Bi taybet dersa dîroka jin ji bo min giring bû jiber ku me naskir çawa zilm li jinê dihat kirin û em dikarin êdî xwe biparêzin.
Di dawiyê de ciwanê bi navê Mihemed Hisên got: Perwerdeya me bi navê şehîd Navdar Serhed e û şehîd Navdar bi qehremantî di berxwedana serdemê ya Efrînê de şehîd bû, Em edamê meclisa ciwana ne û piştî bi dawîkirina dewreya me emê di nava gel û ciwanan de kar û xebatê xwe bikin.