Li bajaroka Sinunê ya Şengalê, nûçegihanên ku dengdayînê dişopînin, ji aliyê polîsên Iraqê ve hatin astengkirin û wêneyên di kamerayên wan de hatin jêbirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Nûçegihanên çapemeniya herêma Êzidxanê, dema li Sinûnê dengdayîn dişopandin, ji aliyê polîsên Iraqê ve hatin astenkirin.
Polîsan nûçegihanên ku wêneyên welatiyan dikişandin, rawestandin û wênekêşa wan desteser kir. Polîsan piştre jî wêneyên di wênekêşê de jê birin û kamare dîsa teslîmî nûçegihanan kir.