Rêveberê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê li Hewlêrê Elî Qadir ragihand, ku li Hewlêrê proseya dengdanê bi serkeftî bidawî bûye û hemû navendên dengdanê jî demjimêr 18:00ê hatine girtin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Elî Qadir piştî bidawîbûna proseya dengdanê civîneke çapemeniyê li dar xist û got: “Li hemû navendên dengdanê bi pirsgirêkên herî kêm proseya dengdanê bidawî bû. Dengdan bi serkeftî bû”
Qadir da zanîn, ku hemû partî û lîste dikarin îşev hemû encamên hilbijartinan werbigrin.
Îro ji demjimêr 07:00an de proseya dengdana hilbijartinên Parlementoya Iraqê li hemû parêzgehên Iraq û Başûrê Kurdistanê birêve çû.
Ji niha ve cudakirin û hejmartina dengan li seranserê Iraqê dest pê dike û dê di demên li pêş de encamên hilbijartinan bihêne ragihandin.