Doh Şemî 12’ê Gulana 2018 an hilbijartinên xûla çarem a parlamentoya Iraqê li seranserê Iraqê û Herêma Kurdistanê birêve çû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê rêjeya beşdariya xelkê di hilbijartinan de gelek kêm e û ji sedî 44 gel beşdar bûne.
Komîsyonê her wiha doh şev bi daxuyaniyekê rojnamevanî de ragihand, ku dê di 48 saetên bê de encamên fermî yên hilbijartinan rabigihîne.
Li gor encama destpêkê yên hilbijartinê ku tê diyarkirin partiya Ebadî bû yekemîn. Partiya Sadr jî di hilbijartinê de partiya duyemîn hate hilbijartin. Partiyên Kurd bi temamî 59 parlamenter derxistin lê belê Silêmanî û Kirkûkê alozî hê didome. Li Kirkûkê partî bi hev ketin; li Silêmaniyê jî tê îdîakirin ku endamên YNKê êrîş birin bi avahiya GORANê.