Xwendekarên Zaningeha Rojava ya taxa Hilêliyê a bajarê Qamişlo ji bo roja zimanê Kurdî li zaningehê şahiyek li dar xistin.
QAMIŞLO – Bi dehan xwendekar, Ciwan her wiha endamên saziyan tevlî şahiyê bûn.
Şahî bi deqeke rêz girtin dest pê kir. Piştre Hevseroka Desteya Perwerdê ya Kantona Cizîrê Sêmîra Hecî Elî axivî û roja zimanên Kurdî pîroz kir û got “Ziman hebûna gelan e. Dewleta Tirk a dagirker li hemberî me êrîşî zimanê me jî dike. Em jî bi zimanê xwe hebûna xwe biparêzin.
Semîra Hecî Elî di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: Em berxwedana gelê Efrînê ya li hemberî dagirkeran silav dikin. Gelê me yê li Efrînê ji dagirkeran re serî netewand.
Piştre Hevserokê Fakûlteya Ziman û Wêje ya Zaningeha Rojava Bedran Penaber dîroka Zimanê Kurdî vegot.
Di şahiyê de helbest hatin gotin her wiha sinefizyon li ser zimanê Kuadî hat pêşkeşkirin.
Şahî bi sitran û dîlanan bi dawî bû.