Îro li bajarê Hesekê bi beşdarbûna bi dehan jinên ciwan civîneke berfireh li ser asta Bakurê Sûryê ji bo jinên ciwan hate li dar xistin.
HESEKÊ – Civîna ku li hola Alsenabil hate li dar xistin bi deqeke rêz girtin dest pêkir.
Piştre axaftin hatin gotin.Li ser navê Meclisa Ciwanên Sûrya Demokratîk Rehşan Xidir her wiha Rêveberiya Jinên Ciwan di nava Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê axifîn, Di axaftinan de bal li ser giringiya rola jinên ciwan hat kişandin û çawa jinên ciwan dikarin di nava civakê de rola xwe bilîzin her wiha dagirkeriya dewleta Tirk li ser Efrîn.
Pıştî axaftinan sînevizyonek hat pêşkeş kirin piştre civîn bi daxuyaniyekê bi dawî bo.
Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclisa Ciwanên Sûrya Demokratîk Albîn Ahmed ve hate xwendin.
Ahmed got ku Em jinên ciwan dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûryê şermezar dikin.
Dewleta Tirk ya dagirker ne tenê di milê leşkerî de şerê me dike lê di milê fikrî jî de êrîş dike, Ji ber vê yekê emê li hember wê bisekinin.
Ahmed dewam kir û got: Her kes li Sûryê ji bo bercewendiyê xwe kar dike û dixwaze Sûriyê parçe bike.
Ji ber wê em wek jinên ciwan emê li hember van êrîşan bisekinin.
Piştî daxuyaniyê jinên ciwan di sitran û govendan civîna xwe bi dawî kir.