Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan ya kantona Kobanê dewreyek leşkerî û birdozî li akadimiya şehîd Çekdar Amed ji ciwanan re vekiriye.
KOBANÊ – Dewreya bi navê şehîd Avêsta Xabûr bi beşdarbûna 26 ciwan û jinên ciwan ji tevahî bakûrê Sûryê bi hemî pêkhateyan hatiye vekirin.
Ciwan di perwerdê de desrsên leşkerî û bîrdozî dibin. Derbarê perwerdê de me nerînên ciwanan girt.
Ciwanê bi navê Amanos Çiya derbarê perwerdê de wiha axifî: Tevlîbûna min ya nava vê perwerdê tevlîbûna nav fikrê serok APO ye. Ev 3’ê mehin em perwerde li ser hevaltî, rexne û rexnedayîn û giringiya perwerdê ders dibin.
Çiya axaftina xwe wiha dewam kir: Me di perwerdê de ceuherê ciwantiyê nas kir. Diroka ku em têde hatibûn xapandin me rastiya wê li vir nas kir û bi taybet dîroka Erebî.
Ciwanê bi navê Zagros Çiya jî wiha anî ziman: Ez wek ciwanekî ji pêkhateyê Ereb ev perwerde pir bandûr li ser min kir. Em ji nava civakekê hatine ku pir teng difikire. Civaka Ereb ji ceuherê xwe dûr ketiye û ketiye bin bandûra şerê teybet, ji ber vê yekê gelek ji çanda xwe jibîr kiriye.
Zagros got ku dewletên desthiladar dixwazin Kurd, Ereb her wiha pêkhateyên din di Sûryê de bi hevkevin lê tevlîbûna me ya vê perwerdê bi hamû pêkhateyên xwe ev siyaset vala derxist û biratiya gelan hat avakirin, Me bi vê perwerdê wek ciwan pêşengitiya vê yekê kir.
Her wiha jina ciwan ya bi navê Rojhilat Azadî sedema tevlîbûna xwe ya perwerdê anî ziman û got ku ez dixwazim kesayetekî jina azad di xwe de ava bikim ji bo ez bikaribim jinên civakê bi rêxistin bikim.
Dersa dîroka jinê bandûreke xwe ya mezin li ser min habû, jiber ku min rastiya jinê nas kir û rastiya civakê di rastiya jinê de ye.
Azadî di dawiya axaftina xwe de bang li hemî jinên ciwan kir ku xwe tevlî perwerda bikin û rastiya xwe nasbikin.
Di dawiyê de jina ciwan ya bi navê Tekoşîn Gelhat got ku sedema tevlîbûna wê ya nava perwerdê ku bi hevalên şehîd bandor bûye.