Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR)’ê ya Girê Sipî bi daxuyaniyekê piştgiriya hemleya “TAMAM” de bi gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re ragihandin.
GIRÊ SIPÎ – Piştî ku ji Erdogan hate pirsîn ku eger ji we xwestin ku dest ji desthilatdariyê berde hûn çibikin wî jî tenê got: “TAMAM”.
Daxuyaniya ji aliyê endamê YCR’ê Basil El-Seyad li pêşiya navenda ciwanên Girê Sipî ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha dibêje:
“Piştî îflasketina dewleta Tirkiyeyê ku êdî nikare li hemberî pêla azadî û guhertinê derbikeve, hewl dide bi hemû hêza xwe desthilatdariya xwe li ser gel ferz bike.
Di vê çarçoveyê de serokê Tirkiyeyê car bi car derdikeve ser ekranên televîzyonan û daxuyaniyên xwe radigihîne û îdîa dike ku pêşxistina hilbijartinan mijarekî rewa ye, nemaze piştî ku hemû rikberên xwe xistin zîndaran û rewşa awarte li welat ragihand da ku siyaseta xwe li ser gel ferz bike û xwe weke sultanekî Osmaniyan ê serdema nû nîşan bide. Lê tevî vê yekê îradeya gel ti carî nayê şikandin û êdî ji Erdogan re dibêjin ku ew weke Bexdadî ye û cihê wan herduyan di çopa dîrokê de ye.
Piştî hemû talan û kuştina li seranserî Bakurê Kurdistanê, bi alîkariya rêxistinên terorîst ên weke DAIŞ û El-Nusra bes nekir û bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide şoreşa gelan bişkîne û dest bi êrîşên li dijî herêmên Sûriyeyê kir û herêma Efrînê li pêşiya çavên hemû cîhanê dagir dike.
Li ser vê bingehê gel bi hemleya “TAMAM” radibe. Em weke Ciwanên Girê Spî piştgiriya vê hemleyê dikin û em dibêjin na ji dagirkeriya Tirkiyeyê ya li dijî welatê me. Bijî netewa demokratîk. Bijî gelê me li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê.
Bimire sîstema faşist a Tirkiyeyê, hilweşe sîstema kujer Erdogan.”