Artêşa tirk ya dagirker û çeteyên girêdayî wê ji destpêka dagirkirina Efrîn de mal û milkên sivîlan talan dike. Her wiha sivîlan direvîne û qetil dike.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî malpera facbookê ya Tevna Çalakvanên Efrînê AAN ji destpêka dagirkirina Efrînê hijmara welatiyên ku hatine revandin gihiştiye 700 kesî di navde jin û zarok hene.
Di vê çarçoveyê de malperê ragihandibû ku çeteyên girêdaî dewleta Tirk ya dagirker dûh êvarî welatiyê bi navê Mistefa Yosif Ebo Selah û korê wî revandin.
Mistefa Yosif Ebo Selah yê ji gundê Sorka yê navçeya Raco piştî ku 4 çeteyan kirte ser mala wî û lêdan û erebeya wî jê stendin ew û korê wî jî revandin û birin navendeke xwe ya li gundê Şadiya.