Encama fermî ya hilbijartina Parlementoya Iraqê ku di 12ê Gulanê de hatibû kirin diyar bû. Koalîsyona Mukteda es-Sadr ji hilbijartinê serkeftî derket.
NAVENDA NÛÇEYAN – Serokê Komîserîya Lijneya Serixwe ya Iraqê Riyad Bedran, di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de eşkere kir ku li gorî encamên fermî yê hilbijartina Parlementoya Iraqê koalîsyona partiya Sadr yekem derket. Koalîsyona partiya Sadr ya bi navê Sairun ji 329 kursiyên parlememntoyê 54 çaran stend.
Bedran destnîşan kir ku koalîsyona Fetih ya ku pêşengiya wê serokê Haşd Şabî dikir, bi stendina 47 kursiyan bû duyem, koalîsyona Heyder el Eadî ya bi navê Nasir bi 42 kursiyan bû sêyemîn.
Partiya Demokratên Kurdistan (KDP) 28 parlementer, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) 17, Tevgera Goranê 5, Nifşî Nû 4, Hevpeymaniya Demokrasî û Dadperweriyê 2 parlamenter, Komela Îslamî ya Kurdistanê (Komel) 2 parlamenter û Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû) 2 parlamenter bidest xistin.