Koma Qêrîn a jinan ava kir, diyar kir ku ew ê li Edeneyê ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê dê beşdarî xebatên HDP’ê bibin û got: “Em bang lig elan dikin ku bên strana azadiyê bêjin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Koma Qêrîn a jinan li Edeneyê avakirin, da zanîn ku dê bi stranên xwe beşdarî hemû çalakiyên HDP’ê yên hilbijartina 24’ê Hezîranê bibin. Endama komê Dîlan Sunduk, diyar kir ku ew ê bi bawerî û biryardariyek mezin, li ber erbanê stranên xwe bêjin û kolan bi kolan, stant bi stant dê bigerin. Sunduk, da zanîn ku heya roja hilbijartinê dê ji bo HDP û namzetê serokkomiyê Selahttîn Demîrtaş staranan biqirîn û wiha got: “Di dawiya van xebatan de emê serkeftinê bi dest bixwin. An emê qezenc bike yan emê qezenc bikin.”
‘HEYA ROJA HILBIJARTINÊ EM Ê LI QADAN BIN’
Endama komê Mîzgîn Cengîz jî, diyar kir ku heya roja hilbijartinê jî dê bi stranên xwe re qadan terk nekin û wiha axivî: “Ez mîna jinek mûzîsyen a ciwan, baweriya min bi HDP’ê tê ku demokrasî û azadiyê bîne welat. Ji bo ez vê baweriya xwe di pratîkê de bi hêz bikim, ez ê bi erbaneya xwe re bi gel re kom bibim û hewl bidin azadiyê mezin bikim. Ji bo em hêza hunerê bi siyasetê re bînin gel hev, HDP û namzetê serokkomariyê yê gelan Selahattîn Demîrtaş bi ser bikevin, heya roja dawiya hilbijartinê jî, em ê li qadan bin û xebatan bi rêve bibin. Divê gelên li Tirkiyeyê dijîn, bi reng û vîna xwe dengên xwe bi kar bînin. Em bang li hemû gelan dikin ku heya roja hilbijartinê stranên azadiyê bêjin.”
‘JI BO KU EM BI AZAD STRANÊN XWE BÊJIN’
Endama komê Şirda Erol jî, da zanîn ku ew ê li gorî paradîgmaya HDP’ê stranan bêjin û wiha bilêv kir: “Bendava ku danîn pêşiya gelan emê di 24’ê Hezîranê de tar û mar bikin. Ez dixwazin li welatê me êdî jin azad bijîn û stranan bêjin. Ji bo ev pêş bike, em ê bi HDP û namzetê serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş re bimeşin.”