Li Efrînê 1139 malbatên çeteyan, ji aliyê dewleta tirk ya faşist ve ji herêmên cuda hatine bi cîh kirin.
Ji bo guhertina demografiya efrînê, dewleta tirk a dagirker li ser kurdan, hemû cureyên şerên taybet bi kar tînê.
EFRÎN – 1139 malbatên çete yên ji Rojhilatê Xûta , Şam û gundên derdorê, Qelemûn, Dumer Mûedemiya, Babîla, Risten, Telbîse, Hûmsê hatine anîn. Li heremên Cindirêsê, Şêrawa û Mabatayê hatin bi cih kirin.
Ketin û derketina gund û heremên ku artêşa Tirk a dagirker lê bi cih bûye, hatine qedexe kirin.
Dewlata tirk a dagirker çeteyên ku li Efrînê bî cih kirine bîlançoya hereman wisaye:
Herema Cindirêsê:
1-Telef: Herêma leşkerî ye, qedexe ye, ti kes derbasî wê bibe.
2-Kefer Zeyt: Hejmara malan 150 e, 4 malbatên ji Xûtayê hatin bichikirin.
3-Kanî Gewrik: Herêma leşkerî ya Tirkiyeyê.
4-Gundê Qicûma: Hejmara malan 35 e, 5 malbat ji Xûta lê bi cih bûne.
5-Gundê Aşkana Rojhilat: 80 mal in, 3 malbat ji Xûtaya Rojhilat lê bi cih bûne.
6-Gundê Gewrikê: 160 mal in, 7 malbat ji Xûtayê lê bicih bûne.
7-Gundê Feqîra: Hejmara malan 80, 15 malbat ji Humis, 5 jî Xûtayê lê bi cih bûne.
8-Gundê Bircikê: 30 mal, 4 malbat ji Humisê lê hatin bicihkirin.
9-Gundê Meska Jorîn: 57 mal in, malbatek ji Xûtayê lê bi cih bûye.
10-Gundê Dêr Belût: 100 mal, 10 malbat ji Hûmsê lê bi cih bûne.
11-Gundê Dîwan: 25 mal e, 18 malbat ji Humis û Xûtayê bi cih bûne.
12-Gundê Celeme: 930 mal e, ji Xûta 100 malbat û ji Humsê 25 malbat lê bi cih bûne.
13- Gundê Çeqala: 40 malbat ji Xûtayê lê hatin bi cihkirin.
Navçeya Şêrawa:
1-Gundê Şadîra: Hejmara malan 160 in, 6 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
2-Gundê Xerzawiya: 400 mal in, 200 malbat ji Xûta, 15 ji Dûma û 3 ji Qibtan Cebel a li gundewarê Helebê lê bi cih bûne.
3-Gundê Birc Ebdula: 350 mal in, 50 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
4-Gundê Basûta: 460 mal in, 110 malbat ji Xûtayê lê hatinê bicihkirin.
5-Gundê Basûfan: 250 mal in, 50 malbat ji Xûtayê hatin bi cihkirin.
6-Fundê Birc Heyder: 150 mal in, 30 malbat ji Xûta û Nebik lê bi cih bûne.
7-Gundê Berad: Hejmara malan 450 ye, 20 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
8-Gundê Birc Silêman: 30 mal in, 8 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
Navçeya Mabata:
1-Gundê Mîrkan: 50 malbat ji Xûtayê lê bicih bûne.
2-Gundê Sariya: 4 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
3-Gundê Habo: 9 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
4-Gundê Şeytana: 6 malbat ji Dûmayê lê bi cih bûne.
5- Gundê Gewrika Jêrîn: 3 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
6- Gundê Gewrika Jorîn: 4 malbat ji Xûta lê bi cih bûne.
7-Gundê Erba: 18 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.
8-Gundê Bedîna: 23 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûn.
9-Gundê Dimiliya: 9 malbat ji Xûtayê lê hatin bi cihkirin.
10-Gundê Gemrûk: 13 malbat ji Xûtayê lê bi cih bûne.